Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin 2021-08-19 16:52:16   ENQERE - 2 ciwanên Kurd ên xwestin derbasî Efrînê bibin, ji aliyê komên bi çek ên Tirkiye piştgiriya wan dike ve hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku her du ciwan bi ku ve birin.   Komên bi çek ên Tirkiye piştgiriya wan dike, 2 ciwanên Kurd ên 18 salî yên li bajaroka Cindirêsê ya Efrînê dijiyan binçav kirin. Li gorî nûçeya North Pressê, ciwanên xwestin biçin Efrînê, ji aliyê van koman ve hatin binçavkirin. Di nûçeyê de, li gorî çavkaniyekê hat destnîşan kirin ku nayê zanîn ev her du ciwan bi ku ve birine û derbarê aqûbeta wan de tu agahiyek tuneye.