Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin 2021-08-16 16:04:10   STENBOL - Ciwanên HDK’î û HDP’î ku hatin revandin û sîxurtî li wan hat ferzkirin diyar kirin ku îşkence li wan hatiye kirin û dan zanîn ku wê paş ve gavê neavêjin û xebatên xwe yên siyasî bimeşînin.    Têkildarî revandin û lê ferzkirina sîxurtiyê ya endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Ciwanên ku sîxurtî lê hat ferzkirin û parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Binçavkirin, revandin nikarin me bidin sekinandin. Zext nikarin ciwanan bêdeng bikin” hat vekirin.    Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku di demên dawî de bûyerên weke van zêde dibin. Yolerî, da zanîn ku ev rewş bê hiqûqî ye û xwest daraz bikeve nav tevgerê.   ÎŞKENCE KIRIN   Endamê HDK’ê Mûrat Çoral anî ziman ku di 13’ê tebaxê dema ligel du hevalên xwe diçû navçeya Sancaktepeyê saet 23.00’yan de wesayiteke zirxî pêşiya wan girtiye, li nasnameya wan pirsiye û wiha got: “Bêyî nasnameyan kontrol bikin ez û her du hevalên min xistin wesayîtê de û ser devkî em dirêj kirin. Di vê navberê de heqaret li me kirin xeber gotin û di nava erebeyê de bi cop û pêhnan li me dan. Dûre em birin nav daristanekê û li vir jî îşkence li me kirin û pişt re bi hêceta ‘çay vexwarinê’ sîxurtî li me ferz kirin. Piştî 25 deqîqeyan jî em berdan.” Çoral, destnîşan kir ku li dijî van pêkanînan dê paş ve gavê neavêjin û wê xebatên xwe yên siyasî bimeşînin.   SERLÊDANA SÛC   Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ozcan Gokçûr jî diyar kir ku polîsên ew revandin sîxurtî li wî ferz kiriye û derbarê rewşê de dê serlêdana sûc bike.    LÊPIRSÎN NAYÊN VEKIRIN   Parlementerê HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî bertek nîşanî zextên ser ciwanan da û wiha got: “Gelek sûcên wiha hene, heta niha derbarê van de tu kirarî nedane dest pê kirin û lêpirsîn nehatine vekirin. Ev jî dide nîşandan ku ev kes di bin parastina desthilatê de ne.    Gulum, destnîşan kir ku ji bo AKP desthilata xwe bimeşîne serî li van pêkanînên wisa dide û wiha axivî: “Me ev yek di salên 90’î de jiyan. Binçavkirin piştî demekî vegerîn mirinê. Heke em mudaxaleyî vê yekê nekin û weke muxalefeta civakî deng dernexînin, dibe ku em pêvajoyeke weke salên 90’î bijîn.”   Ciwanên sixûrtî li wan hat ferzkirin, ji bo binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê dan.