Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin 2021-08-15 11:38:03   COLEMÊRG - Li gundê Şikevtan ê navçeya Şemzînanê, pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanê bi navê Rustem Çakmak qetil kirin.    Li gundê Şikevtan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanê bi navê Rustem Çakmak ê 20 salî qetil kirin. Malbata Çakmak, cenazeyê kurê xwe ji cihê bûyerê girt û rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Hat hînbûn ku wê cenazeyê Çakmak ji bo karên otopsiyê dê bibin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Colemêrgê.