Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin 2021-08-02 12:59:20   ANTALYA - Li Antalyayê, derket holê ku dest dirêjî li jina ciwan Azra Gulendam Haytaoglû a 5 roj in agahî jê nedihat girtin hatiye kirin û piştî destdirêjiye hatiye kuştin.    Li Antalyayê, jina ciwan Azra Gulendam Haytaoglû (26) a xwendekara zanîngehê ku ji 28'ê tîrmehê ve agahî jê nedihat girtin, kuştî hat dîtin. Haytaoglû ji xûça xwe re gotibû, 'Ez ê hinek hewa bigirim' ji malê derketibû û careke din venegeriyabû malê. Haytaoglû ku heta derengiya şevê venegeriyaye malê bi xûça xwe re xeber daye û careke din agahî jê nehatiye girtin.    LI XWE MIKURHATINA CÎNAYETÊ   Li ser agahdarkirina malbatê, hat tespîtkirin ku Haytaoglû ji bo kar çûye emlaqfiroş M.M. Ayhan. Piştî hevdîtinê demeke kurt Ayhan bi valiz geriyaye. Polisên ku ji vê rewşê bi guman bûn Ayhan binçav kirin. Piştî lêpirsîna çeprast Ayhan li xwe mikur hat ku dest dirêjî Haytaoglû kiriye û wê kuştiye û cenazeyê wê kiriye valiz û biriye li daristanê veşartiye.