Li wanê 3 ciwanên HDP'î hatin binçavkirin 2021-08-01 10:36:25   WAN - Li Wanê, di serdegirtina malan de, 3 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin.    Polîsan li Wanê, di saetên serê sibê de bi awayekê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hazal Karabey û endamên Meclîsa Ciwanan a Wanê Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan di dema binçavkirinê de, ciwanên HDP'î derb kirine. Endamên partiyê yên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin. Hat destnîşan kirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.