Komek nîjadperest êrîş bir ser ciwanên HDP'î: Rojnamevan jî birîndar bûn 2021-07-31 21:39:28     STENBOL - Komeke nîjadperest êrîş bir ser ciwanên ku ji bo şermezarkirina komkujiya Konyayê meşiyan. Nûçegihanên me jî din nav de gelek kes hatin derbkirin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Konyayê li Qada Tunel a Taksîmê şermezar kirin. Piştî daxuyaniyê Ciwanên HDP'î bi berzkirina dirûşmeyên "Dê dewleta kujer hesab bide" ber bi Qada Şîşhaneyê ve meşiyan. Gava ciwan ji qadê ber bi Kasimpaşayê ve meşiyan, li Kasimpaşayê komeke 30 kesî bi daran û keviran êrîşî ciwanan kir.    Di êrîşê de gelek ciwan û nûçegihanê ajansa me Enes Sezgîn, Rojîn Altay, nûçegihana Sendîka Orgê Derya Saadet, Ceylan Bûlût, ji Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş û ji Fersûdeyê Hayrî Tûnç jî birîndar bûn.