Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin 2021-07-24 08:35:44 COLEMRG - Ciwanê bi navê Diyar Uçar (21) ku di avê de xeniqî, li Geverê hat veşartin.   Ciwanê bi navê Diyar Uçar ê 21 salî ku duh di avê de xeniqî û jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin. Uçar duh li gundê Bêgoza navçeya Rûbaroka Colemêrgê bi hevalên xwe re çû masîya û xwest avjeniyê bike, lê bi avê re çûbû û xeniqîbû.    Cenazeyê ciwanê ku piştî bûyerê ji bo otopsiyê birin Wanê, ji hêla malbata wî ve hat wergirtin û bi şev anîn Geverê.  Cenazeyê Uçar serê sibê ji aliyê malbata wî ve li Goristana Bajêrge hat veşartin.