Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da 2021-07-11 21:34:07   ÊLIH - Îsa Uke yê duh ji ber av li gundê Zîlana bi ser Hezoyê ve nebû çû xwe li qenala avê bişo û bi xetereya xeniqandinê re rûbirû ma, li nexweşxnaya lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Zîlana bi ser navçeya Hezoya Êlihê ku ev 19 roj in ava wê ji aliyê DEDAŞ'ê ve hatiye qutkirin, duh Îsa Uke yê 16 salî ku piştî cehê mala cîranê xwe hêrand, çû qenala avdaniyê ya DSÎ'yê ku xwe û cilên xwe bişo. Uke piştî bi hevalên xwe re serê xwe şûşt, hewl da cilên xwe bişo û ket qenalê û bi avê re çû. Gundî li hewarê çûn û wî ji avê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê. Piştî mudaxileya lezgîn wî rakiribûn serwîsa beşa awarte û dihat dermankirin. Uke yê ji duh ve dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.   BERÊ JÎ 5 GUNDÎ DI HEMAN QENALÊ DE XENIQÎBÛN   Di salên bihûrî de jî keyayê gundê Zîlan Ahmet Sayar, Mehmet Sevim (18), Îbrahîm û Mehmet Salih Oşrak ên birayên hev, Berat Sayar jî di heman qenalê de xeniqîbûn. Hat zanîn ku tevî van bûyeran jî heta niha DSÎ'yê li derûdora qenalê tu tevdîr negirtiye û rê li ber xeniqandina welatiyan vedike.    19 ROJ IN AV HATIYE QUTKIRIN    19 roj in Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li gundên Zîlan, Bacaxê, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskut, Holê, Xoxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve bi hêceta "deyn nehatine dayîn" ceryana dînomayên ava gundiyan birriye û av qut bûye. Bi rojane bi hezaran însan, sewal û baxçeyên gundiyan bêav mane.