Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin 2021-07-05 10:38:35     ENQERE - Ciwanên ku ji ber belavkirina belavokên Komkujiya Pirsûsê hatin binçavkirin, 14 saet in li Miduriyeta Polisan a Enqerê tên girtin.    Polisan duh êriş biribûn ser ciwanên ku ji ber 6'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê li Parqa Ahmed Arîf belavok belav kiribûn û 9 kes ciwanî binçav kiribûn. Kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polisan a Amedê tên ragirtin. Polisan dema ku mudaxaleyî ciwanên kiribûn 10 gule berî hewa dabûn û 5 ciwanan binçav kiribûn. Hat diyarkirin ku polisê gule berî hewa daye ji ciwanan re gotiye, 'Divê mirov berî serê we bide lê ez vê nakim'. Piştî binçavkirina van her pênç ciwanan polisan 4 kesên ku ji bo ciwanan çûbûn ber nexweşxaneyê jî binçav kiribûn. Polisan parêzerên ku ji bo ciwanan çûn miduriyeta polisan jî bi saetan asteng kirin û ew negirtin hundir. Parêzerên ku 4 saetan li vir sekinîn ragihandin ku wê ciwan bi fermana dozgeriyê sewqî edliyeyê bên kirin.