Hat angaştkirin ku li Rihayê ciwanekî dawî li jiyana xwe aniye 2021-06-25 16:59:06   RIHA - Hat angaştkirin ku ciwanê bi navê Sercan Yavûz li navçeya Bêrecûkê dawî li jiyana xwe aniye.    Li taxa Sancak a navçeya Bêrecûkê ya Rihayê, ciwanê bi navê Sercan Yavûz (34) li mala xwe mirî hat dîtin. Ferdên malbatê piştî ku rewşê ferq kirin agahî dan tîmên tenduristiyê û cenazeyê wî rakirin nexweşxaneyê. Hat angaştkirin ku Yavûz dawî li jiyana xwe aniye.