Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan 2021-06-24 09:50:33   AMED - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz li gelek taxên navçeya Rezan meş li dar xistin.    Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, bi armanca şermezarkirina êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz, duh êvarê li gelek taxên navçeya Rezan a Amedê meş li dar xistin. Ciwanan, di meşê de timik dûrişmeyen "Denîz Poyraz nemir e" , "Wê ciwan hesab ji kujeran bipirsin" , "Ev hê destpêk e wê têkoşîna me bidome" û "Şehîd namirin" berz kirin.