Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi cebilxaneya çekan gef xwar 2021-04-15 11:52:21   AMED - Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê Vedat Demîrtaş, li ser medya civakî bi wêneyên cebilxaneya çekan û kalaşnîkofê gef li amîralên teqawîd ên têkildarî Peymana Montroyê de danezan weşandibûn xwar.    Piştî ku 103 amîralan têkildarî Peymana Montro û Qenala Stenbolê danezan weşandin, Alîkarê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê Vedat Demîrtaş, li ser medya civakî bi wêneyên cebilxaneya çekan û kalaşnîkofê gef li amîralan xwar.    Demîrtaş ê AKP’î di wêneyên li ser hesaba xwe ya Twitterê parvekirin de 3 heb kalaşnîkof, 2 heb demançe, hebek çeka êrişê û gelek dûrbîn tên dîtin. Demîrtaş di parvekirina xwe de ev tişt nivîsîn: “Em li benda amîralên teqawîd in. De haydê. Destan, karê me ne.”   BI ERDOGAN RE CIVÎN   Demîrtaş, dema Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê bû, tevlî “Cîvîna Serokên Bajaran a Berfireh” ya di serokatiya Erdogan de pêk hatibû jî bûbû.   PARVEKIRINA XWE JÊ BIR   Demîrtaş, li ser bertekan parvekirina xwe jê bir.