• img

    PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke

    Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, diyar kir ku ew girîngiyê didin hilbijartina herêmî û got: “Di pêvajoyeke wiha de pêwîstî bi helwestek nû ya demokratîk heye. Ji ber vê helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke.”

  • img

    HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin!

    Komîsyona Rêxistinkirina Navenda HDP’ê, di nîşeya agahî dayîna ji hemû parlamenter, rêxistinên navçe-bajaran û meclîsan şand de, xwest ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamantera Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîtî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pê kirin, derkevin.

  • img

    Oluç: Yên îdia dikin bila di eynikê de li xwe binêrin

    Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç piştî civîna MYK’ê daxuyanî da û got: “Yên ku îdia dikin û dibêjin HDP bi AKP’ê re muzakereyan dike bila di eynikê de li xwe binêrin.”

  • img

    Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin divê gelên Tirkiyeyê bên gel hev û got: “Ev bangek xwezayî ya îtîfaqê ye. Heke ev pirsgirêk me hemûyan difetisîne, wê demê lazim e em rêya nefes sitendinê bi hev re bibînin.”

  • img

    HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive

    HDP ji bo hilbijartina herêmî dest bi civînan dike. HDP dê di navbera 9 û 14’ê mijdarê de civînên MYK, PM, Hevserokên Bajaran û Meclîsa Jinan pêk bîne û piştî civînan dê ji bo hilbijartinê dakeve qadan.

  • img

    Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin

    Erol Katirçioglu yê HDP’î, diyar kir ku nelirêtiyên di raporên Dîwana Muhasebetê (sayiştay) de lêpirsîn baş nayin kirin û got: “Dema lêpirsîn hinek tê kûrkirin, dibin hemû nelirêtiyan de, mirovên têkiliya wan bi Teyyîp Erdogan re hene, derdikevin holê.”

  • img

    Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin

    Wekîlên Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û Ayhan Bîlgen ji bo nelirêtiya qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê di raporên Dîwana Muhesebatê de derketin holê bên lêkolînkirin pêşniyazname dan Meclîsê.

  • img

    Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên

    Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî êrîşên li hemberî Kobanî û Girê Spî tên kirin dan. Mizrakli, diyar kir ku Tirkiye li hêlekê dişewite li hêla din jî gefan dixwe û got: "Tiştên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên."

  • img

    Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune

    Hevserokê giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên nelirêtî, dizî, talan, tundî û hîleyan û wiha got: "Rêya me rêya azadî û demokrasîyê ye. Rêya gelan û hemû hevrêyê me ye. Bi qasî misqalekê rêya me ya em bi AKP'ê re bimeşin tune ye." Temelî, anî ziman ku 5 meh ji bo hilbijartinê li pêş wan maye û ew dê bi şev û roj kolan bi kolan, tax bi tax betanên xwe berdewam bikin û dawî li îktîdara tundî, talan, nelirêtî û ceberût bînin.

  • img

    Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê

    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, qeydên dengan ên hevdîtina rişvetê ya Qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat kirin, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu pirsî. qeydên

  • img

    HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike

    HDK'ê encamnameya Civîna Meclîsa Giştî bi raya gişti re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji zîrveya çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK'ê bertek nîşanî erîşan da û got: "AKP angaşt dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji Zîrveyê girtiye êrişî Rojava dike."

  • img

    Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke

    Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen hişyarî da û got krîzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine afirandin, wê rê li ber şer vekin.

  • img

    Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin

    Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi gotina “Deqeyek be jî em dê şaredariyan ji destê wan bigirin" û helwesta hikûmetê ya li dijî vîna gel şermezar kir. Koçyîgît, diyar kir ku ger qeyûm tayînî şaredarian bikin dê bi milyonan li şaredariyan xwedî derkevin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî diyar kir ku mirovên jiyana wan ser û bino bûne hene wiha got: "Divê mirov dest van mirovan bidin û êş û hestên wan hîs û parve bike."

  • img

    Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
    Temellî: Divê parlamento gav bavêje

    Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ser 'Darbeya 4'ê Mijdarê' ya li dijî HDP'ê daxuyanî dan. Buldan, diyar kir ku her roja derbas dibe HDP mezin dibe, hêvî û cesaretê dide û tu carî çavtirsandî nebû. Temellî jî, bang li parlamentoyê kir ku ji bo serbest berdana hevalên wan gav bavêje.

  • img

    Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be

    Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Karên Derve Hişyar Ozsoy, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê anî ziman ku Erdogan, bi vî awayî dixwaze bertekên Fransayê hîn bibe û got: "Ger pergaleke bêyî kurdan çêbibe jî, dê ne pergaleke berdewamiyî be."

LÊGERÎN