'Li ber me du vebijêrk hene an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter'

img
STENBOL - Nivîskarê marksîst Temek Demîrer, anî ziman ku piştî pandmeiya coronayê divê mirov ji nû ve li ser jiyanê hûr bibe. Demîrer, diyar kir ku herî baş gotina Rosa Luxembûrgê dikare roja îroyî pênase bike û got: "Li ber be du vebijêrk hene; an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter." 
 
Li seranserê cîhanê her roj bi hezaran kes ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) dimirin û her roj bi deh hezaran kes jî pê dikevin. Her wiha ev şewb bi xwe re bandorê hem li awayê jiyana mirovan hem jî li aboriyê dike.
 
Nivîskarê markîst Temel Demîrer, anî ziman ku piştî pandmeiya coronayê divê mirov ji nû ve li ser jiyanê hûr bibe. Demîrer, diyar kir ku herî baş gotina Rosa Luxembûrgê dikare roja îroyî pênase bike û got: "Li ber be du vebijêrk hene; an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter." 
 
GOTINA ROSA LÛXEMBÛRGÊ 
 
Demîrer, anî ziman ku herî baş gotina Rosa Lûxembûrgê ku gotibû "an barbartî an jî sosyalîzm" roja îroyîn pênase dike. Demîrer, bal kişand ser nirxandinên Zîzek jî û destnîşan kir ku Zîzek tiştên ku bi salan e marksîst-lenînîst dibêjin dubare dike û got: "Niha kapîtalîzmê xwe gihandiye sînorên xwe yên fizîkî. Tiştên niha diqewimin topavêtina kadîbûnê ye. Êdî li cîhanê asta ku hilberînetan an jî hêzn hilberîner xwe gihandinê nameşe. Yanî kapîtalîzm nameşe." 
 
DU VEBIJÊRK 
 
Demîrer, destnîşan kir ku kapîtalîzmê kincên dînan li mirovan dike û got: "Zîzek ev qasî zelal nabêje, lê bi ya min wê mirovahî ya van kincan biçirîne û bavê ya jî em ê di nav van kincan de jiyanek barbar bidomînin."
 
Demîrer, got: "Heger em behsa dawiya kapîtalîzmê bikin, nexwe li holê îhtimala destpêkekê heye. Loma ez bi awayekî aşkere dibêjim ku dawiya kapîtalîzmê destpêkeke pir zelal e û ez ji bo vê dibêjim ev çetelek e. Wekî Marks gotî hêleke çetel ber bi civata hilberîerên azad ve diçe, hêla din jî ber ji nû ve ber bi totalîterî û barbartiyê ve." 
 
XWELÊGIRTINA XEYALAN E 
 
Demîrer, destnîşan kir ku heta mirov şer meke wê nizanibe dawiya şer çawa be û got, ev şewb ji bo vê firsendek e. Demîrer, got: "Niha dem dema xwelêgirtina xeyalan e. Tişta em jê re dibêjin marksîzm; wêrekiya xwestina bêderfetiyê ye. Rêxistinê ava bike, bitêkoşe, pêşiya pergalê veke. Heger zanibin wê sibê serê sibê tiştek biqewime, nexwe marksîzmê fam kirine. Têkoşînek heye. Em mecbûr in, xwe li xeyalên xwe bigirin û vê têkoşînê bidomînin." 
 
PIŞTÎ ŞEWBÊ 
 
Demîrer, gotinên John Lennon ku gotî ‘Axirê wê her tişt baş bibe. Heger nebaş be, nexwe hê dawiya wê nehatiye" jî bibîr xistin û got, ev gotin kesên ku dixwazin her tişt baş bibe lê hay ji rewşa tê de ne tuneye îfade dike. Demîere, bal kişand ser tevdîrên kapîtalîzmê yên ji bo vîrûsa coronayê jî û got, tevdîrên tên girtin ne li gor xwezaya kapîtalîzmê ne. 
 
Her wiha Demîrer, destnîşan kir ku piştî pandemiya coronayê divê mirov ji nû ve li ser jiyanê hûr bibin. 
 
‘DIVÊ EM BIHÊVÎ BIN'  
 
Demîrer, diyar kir ku heger piştî vîrûsa coronayê ev pirsgirêk neyê helkirin wê rejîmên totalîter bên û got: "Civatek venêraniyî ku tim û tim likil dide jiyana me tê. Şanşekî mirovan tuneye ku li ber vê serî bitewîne. Bifikirin 30-35 eskerên Sovyetên gotin 'pişt me Moskova ye' û tanqên almanan dan sekinandin. Mesele ev e. Niha mirovahî di vê hevkêşeyê de ye. Li pişt wê jiyan heye û jiyanê diparêze. Ez wisa difikirim wê di van rewşan de mirovên asasyî tiştine derasayî bikin. Bêhêvîtî pir hêsan e, lê bihêvîbûn berpirsiyarî ye. Loma divê em bihêvî bin." 
 
MA / Tolga Demîr