Kamaç: Bila bi lez girtîgeh bên valakirin

img
WAN - Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç diyar kir ku îsal ji ber vîrûsa corona pîrozbahiyên Newrozê betal kirin û xwest ji ber vê gefa vîrûsê hemû girtîgeh bên valakirin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, li navenda Giştî partiya xwe têkildarî Newrozê civîna çapemeniyê li dar xist. Kamaç, anî ziman ku ji ber vîrûsa corona (Kovid-19) pîrozbahiya Newrozê betal kirin û Newroza gel pîroz kir. Kamaç, bi kurdî axivî û Newroz li gel pîroz kir. Kamaç, anî ziman ku Newroz ji bo gelê Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr destpêka sala nû û hatina biharê ye. Kamaç, da zanin ku Newroz ji bo gelê Kurd ku axa wan bûye çar perçe, roja yekîtî, raberîn, azadî û ji nûve zayîn e. Kamaç, da zanîn ku gelê Kurd bi vê hestiyarê bi coşek mezin û girseyî pîroz dike. Kamaç, xwest gelê Kurd Newroza îsal bikin sedema yekîtî û tifaqa gelê Kurd. ji ber vêyekê hemû partî, rêxistin û saziyên kurdan di sala 2020'an de Newrozê ji bo yekîtiya neteweyî pîroz bikin."