'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’

img

ENQERE - Wekîla HDP’ê Pero Dundar, pirsgirên paqijiyê yên ji ber vîrûsa korona yên di girtîgehan de bir rojeva Meclîsê û ev pirs kir: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de, li dijî vîrûsa koronayê, bi taybetî ji bo girtiyên nexweşîna giran bergiriyên çawan hatin girtin?   

 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar, pirsgirên paqijiyê yên ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) yên di girtîgehan de, bir rojeva Meclîsê. Dundar, diyar kir ku hejmareke zêde ya girtiyan heye û bal kişand ser rîska vîrûsê ya ku gardiyen bi xwe re bibin girtîgehan. 
 
Dundar, rewşa girtiyên nexweş bi bîr xist û wiha  got: “Rîska vîrûs li girtiyan belav bibe pir zedê ye. Dîsa girtiyên temenê wan ji 60 salî mezintir, jinên ducanî, jinên zarokên wan heyî, di girtîgehan de hene. Li gorî daniyên ÎHD’ê yên 2019’an, 458 girtiyên nexweşiyên wan giran hene. Bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene. Ji ber vê talokeyek mezin di girtîgehan heye.”
 
Dundar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşînên giran Semîre Dîrekçî, Fatma Ozbay û Mehmet Emîn Ozkan û derbarê mijarê de ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul kirin: 
 
“*Bergiriyên çawan li dijî vîrûsa koronayê di girtîgehan hatine girtin? Gelo ev bergirî têrê dikin? 
 
*Ji bo paqijiya girtiyan, gelo malzeyên paqijiyê hatine dayîn? 
 
*Gelo testa vîrûsa koronayê ji bo girtiyan hatiye kirin? Ger hatibe kirin, çend girtî bi vîrûsê ketine? 
 
*Gelo li revîrên girtîgehan li dijî vîrûsê bergirî hatine girtin? 
 
*Di girtîgehan de gelo çend jinên ducanî hene? Ji bo girtiyên ducanî çi bergiriyên we hene? 
 
*Gelo ji bo girtiyên nexweş, bergirtiyên çawan li dijî vîrûsa korona hatine  girtin? 
 
*Gelo wê girtiyên nexweş çi demê bên berdan? 
 
*Ji bo berdana girtiyên nexweş, jinên ducanî û zarokan gelo hewldaneke we heye yan na?”