HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin

img
ENQERE - HDP'ê têkildarî binçavkirina parêzeran daxuyaniyek da û diyar kir ku hebûna parêzerên azadîxwaz weke gef dibîne û bi binpêkirina hiqûqa mafê parastinê êrîşan pêk tîne. 
 
HDP'ê têkildarî binçavkirina parêzeran a li Amed û Rihayê daxuyaniyeke nivîskî da. HDP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku desthilat hebûna parêzerên azadîxwaz ji xwe re weke gef dibîne û bi binpêkirina hiqûqa mafê parastinê êrîşan pêk tîne. HDP'ê destnîşan kir ku desthilat parêzên kurd û muxalîf bi ser muwekîlên wan krîmînalîze dike û dide binçavkirin û girtin û xwest ku êrîşên li dijî mafê parastinê bên rawestandin û parêzer bên berdan.