Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan komcivîna partiya xwe ji bo 8’ê Adarê bi taybet li dar xist û got: “Têkoşîna jinan li Tirkiyê pêlek berxwedanê ya nû datîne holê. Jin li dijî qirkirina jinan li her deverê li dijî faşîzmê li ber xwe didin û berxwedana xwe didomînin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Komcivîna Koma Meclîsê vê hefteyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê Koma Jinan a Parlamentoyê ve pêk hat. Ji çar aliyê welat jin beşdarî civînê bûn û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. 
 
Bûldan 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Ez we hemûyan bi coşa biharê û hezkirin û hurmet silav dikim.” 
 
‘GIRTINA ROJNAMEGERAN DIJHIQÛQÎ YE’ 
 
Buldan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtin û binçavkirina rojnamegeran û got: “Li vî welatî girtina rojnamegeran bi awayek dij hiqûqî didome. Ev dijhiqûqî bi destê daraza AKP’ê pêk tê. Em girtin û binçavkirina rojnamegeran şermezar dikin. Ev îqtîdar çi dike bila bike wê nikaribe dengê heqîqetê qût bike.” 
 
‘MIZRAKLI DENGÊ HEQÎQETÊ YE’ 
 
Bûldan birîna cezayê li Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayîna şûna wî hat kirin jî rexne kir û got: “Dadgeha AKP’ê ceza li hêja Selçûk Mizrakli birî. Ev biryar li dijî hiqûqê ye. Biryarek siyasî û ne rewa ye. Êrîşek li dijî vîna gel e. Birêz Selçûk bi boneya dizî û nelirêtiya qeyûman eşkere kir bûye hedefa AKP’ê. Dizek li derve ne û dengê heqîqetê Serok Selçûk jî girtî ye û tê cezakirin. Bila ev zîhniyet vê baş bizanibe wê ev heyam wisa dewam neke. Em ê li dijî vê polîtîkayê têbikoşin. Em silav û piştevaniya xwe ji bo birêz Mizrakli dişînin.”
 
Bûldan silavê xwe ji hemû jinên girtî re şand û got: “Em hezkirin û silavên germ ji we re dişînin. Em bejna xwe li ber jinên têkoşer ên şehît ketine ditewînin. Wê têkoşîna wan rêya me ronî bike û wê bîranîna wan hêz bide têkoşîna me.” 
 
‘DI 8’Ê ADARÊ DE ME LI HER DEVERÊ AZADIYÊ QÎR KIR’
 
Bûldan têkildarî çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî axivî û wiha got: “Di 8’ê Adarê de jin ji Amedê heta Stenbolê û ji Îzmîrê Heta Amedê û li çar aliyê welat li meydanan bûn. Jin li dijî her cûre tundî û qirkirinê û ji bo piştevaniyê hatin gel hev. Jin li dijî talan, şer, kedxwarî, mêtingerî, cûdakariyê û ji bo em xwedî li mafên gelê xwe derkevin li qadan kom bûn. Me jinan hemû bi hev re azadî û wekheviyê qîr kir. Me hemûyan bi hev re got ‘Em li vir in! Hêvî û wêrekî em in! Em bi rêxistinkirî ne û bi hev re xurt in.’ Bi taybetî ji vir em carek din bi hezaran silavê xwe ji hemû jinên girtî û niha hemû jinên li cîhanê li ber xwe didin re dişînin. Me got û em her tim dibêjin; wê sedsala 21’emîn bibe sedsala têkoşîn û serkeftina jinan.
 
REJÎMÊN ZILAMÎ DIJMINAHIYA JINAN DIKE 
 
Em dizanin jiyan ji bo jinan tenê ne li Tirkiyê li her devera cîhanê di serdemek dijwar de derbas dibe. Rejîma zilam û faşîzmê li her deverê dinyayê eynî ye. Dijminê jinan e. Hemû destkeftiyên jinan tenê ne li Tirkiyê li her devera cîhanê bi talûkeyê re rû bi rû ne. 
 
Em jinên ji bo azadiya xwe li ser pêya ne silav dikin. Têkoşîn, xebat û berxwedana jinan wêrekiyê dide her deverê. Wê têkoşin û şoreşa jinên Rojava serkeftinê ji me re bîne. 
 
PÊLA BERXWEDANA JINAN BELAV DIBE 
 
Têkoşîna jinan li Tirkiyê pêlek berxwedanê ya nû datîne holê. Jin li dijî qirkirina jinan li her deverê li dijî faşîzmê li ber xwe didin û berxwedana xwe didomînin. Çimkî bedena jinan û destkeftiyên jinan bi êrişên giran re rû bi rû ne. Îqtîdara zilamtiyê ya AKP’ê ku 18 salan li ser kar e, hemû maf û destkeftiyên jinan dixwaze ji holê rake. Hema bêje rojê 3 jin tên qetilkirin. Tundî bi destê dewlet-zilam, îqtîdar-zilam û daraza zilam pêk tê û vê tundiyê rewa dikin. Em di pêvajoyek giran de derbas dibin. Me mînaka vê yekê ya dawî li Taksîmê li dijî jinan dît. Tevî hemû êrişan jî jinan meşa xwe pêk anî. 
 
DIJMINAHIYA JINAN DIKIN 
 
Em li dijî hemû dijminahî, qirkirin û tundiya we li ber xwe didin û têkoşîna medidome. AKP ne azadiya jinê dijminahiya jinan berfireh dike. Lê mixabin li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. 
 
EM Ê MEYDANAN JI WE RE BERNEDIN 
 
Ji bo kujerên jinan ceza negirin û nedîtina cenazeyê Gulistan Dokû bi taybet tê xwestin. Çimkî tiliya AKP’ê di nava van hemû kirinan de heye. 
 
Barê herî giran jinan hilgirtiye û tahdeya mezin li wan tê kirin. Îqtîdarê bi taybetî siyaseta jinên HDP’yî kiriye hedefa xwe û armanca wan ew e ku em bêdeng bimînin û meydanan ji wan re berdin. Lê wê vê yekê nikaribin pêk bînin. Êrişên giran li ser siyaseta me birêve dibin. Her cûr rêbaz bikar anîn lê dîsa bi ser nakevin. Çi kirin jî me li her deverê ji hundir heta derve li ber xwe da û em li her deverê ne. Em jin destûra wan bingehîn naxwazin û em ê destûra bingehîn a demokratîk a jinan saz bikin. Em alîgirê aştiyê ne û li ser refên aştiyê cihê xwe digirin. Şer ne tercîha gelan e. Bloka îqtîdara AKP-MHP’ê ji bo xwe birêve bibe di şer de israr dike.” 
 
‘JI QESRA KREMLÎN DERNAKEVIN’ 
 
Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser geşdanên li Idlibê, veguheztina penaberan û hevdîtina Serokkomar Erdogan û şandeya wî ya li Moskovayê û got her ku AKP li Idlibê têk diçe xwe bi Moskovayê digihîne. Buldan da zanîn ku ew bi bîra AKP’ê dixe ji Idlibê tiştek ji wan re dernakeve û bi destê wan nakeve û ji bo tiştek bi destê xwe bixînin ji Qesra Kremlîn dernakevin. Bûldan xwest AKP li Sûriyê dest ji polîtîkaya dijminahiya kurdan û bêstatû hiştina kurdan berde û ji bo pêşiya çareseriya demokratîk divê pêşiya gelên Sûriyê were vekirin. 
 
‘PENABERAN NEKIN AMÛRÊ BAZARA XWE’ 
 
Bûldan trajediya tê serê pênaberan jî wek encama polîtîkayên giran ên şer nirxand û got mafê penaberan hatiye binpêkirin. Bûldan xwest ku divê îqtîdar penaberan neke amûrê bazarên xwe yên qirêj.