Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê

img
EQNERE - Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo ku di mijara Idlibê de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin bike, bêyî ku daxuyanî bide çû serdana Rûsyayê. 
 
 Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo ku di mijara Idlibê de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin bpêk bîne, çû paytexta Rûsya Moskovê. Bi Erdogan re Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Wezîrê Xezîne û Malîleyê Berat Albayrak, Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk û Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Mahîr Unal jî çûn Rûsyayê. 
 
Erdogan, li balefirgehê bêyî ku daxuyanî bide, bi 2 çenteyên têje belgename û çenteyek mezin li balafirê siwar bû çû Rûsyayê. Tê payîn ku Erdogan piştî daxuyaniya xwe ya bi Pûtîn re vegere welat.