Ji HDP’'ê amadekariyên kongreyê: Komîsyona Mûtabakatê ji bo qadroyên dema nû dixebite

img

ENQERE - Di MYK'a HDP'ê de biryar hat dayîn ku amadekariyên kongreyê lez û bez bên kirin, dê Komîsyona Mûtabakatê ku hat avakirin jî ji bo qadroyên dema nû xebatên xwe lez û beztir bike. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh di bin serokatiya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî de civîna xwe ya Lîjneya Birêveberina Navendî (MYK) li dar xist. Di MYK'ê de amadekariyên 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê hatin nirxandin û nîqaşkirin. Di civînê de li gorî biryarên ku di 3'emîn Kongreya Mezin a HDP'ê de hatibûn girtin, biryar hat dayîn ku komîsyon amadekariyên kongreyê bi lez û bez bike.
 
BI SEDAN KESAN RE HEVDÎTIN BIKE
 
Biryar hatin dayîn ku Komîsyona Berfirehkirinê ku di pêvajoya kongreyê de hatibû avakirin, hevdîtinên ku berê hatibûn diyarkirin bi sedan kesî re bên kirin, demildest pêk bîne. Dîsa di MYK'ê de biryar hat dayîn ku ji Ewropa, heta Amerîka, ji Lubnanê heta Cezayîrê gelek kes ji bo kongreyê bên vexwendin. 
 
KOMÎSYONÊ DEST BI KARÊ XWE KIR
 
Komîsyona Mûtabakatê ku ji bo qadroyên dema nû jê pekhateyên HDP'ê hat avakirin jî di hefteya borî de civînên xwe pêk anîn û dest bi xebatên xwe kir. Di MYK'ê de biryar hat dayîn ku komîsyon dimara serlêdanên ji bo rêveberiya partiyê de karê xwe bi lez û beztir bike. Dê komîsyon di diyarkirina rêveberî, meclisa partiyê û endamên MYK'ê de roleke girîng bilîze. 
 
SERDANA MALBATA ÇEVÎK BIKE
 
Di MYK'ê biryar hat dayîn ku hevserokên giştî jî di nav de heyetek ji HDP'ê biçe serdana malbata Seyda Abdulkerîm Çevîk ku li navçeya Norşînê ya Bedlisê hatibû kuştin. 
 
MA / Berîvan Altan