Onlu yê HDP’î: Em ê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin

img

ENQERE – Berpirsiyarê Rêxistina HDP'ê û Cîgirê Hevserokên HDP'ê Alican Onlu, diyar kir ku di niqaşan de nerîna "fikra xurt heye, lê rêxistina bi hêz tune ye" derketiye holê û wiha got: "Em dê di sibatê de kongeryê pêk bînin. Em dê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin." 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 23'ê Sibatê de 4'emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar bixin. HDP'ê piştî kongreyên navçe û bajaran li dar xistin amadekariya kongreya mezin a Navenda Giştî dikin. HDP, dê bi şîara “HDP'ya bêtir bi hêz û bêtir têkoşîn" kongreya xwe pêk bînin. Konferansa Mezin a 3’emîn ku 2 rojan berdewam bike jî dê sibê dest pê bike. 
 
Berpirsiyarê Rêxistina HDP'ê û Cîgirê Hevserokên HDP'ê Alican Onlu, têkildarî kongrenasa ku sibê bê lidarxistin û amadekariyên kongreya mezin a HDP'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Onlu, anî ziman ku di niqaşan de nerîna "fikra xurt heye, lê rêxistina bi hêz tune ye" derketiye holê û dê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin. Onlu, anî ziman ku îsal sala kongreyên hemû partiyan e û wiha got: "HDP, di sala 2012'an de hat avakirin. Em wekî partiyê wateyek dirokî li ser vê kongreyê bar dikin. HDP'ê 7 sal li pey xwe hişt. Bi 3 hilbijartinên giştî, du hilbijartinên serokomariyê û hilbijartina referandumê bû partiyek mezin a Tirkiyeyê. Ji ber geşedanên li herêmê û cîhanê em wateyek mezin li vê kongreyê bardikin. HDP êdî li Tirkiyeyê partiyek diyarker e." 
 
STRATEJIYÊN TÊN ŞOPANDIN
 
Onlu, destnîşan kir ku li Tirkiye tenê HDP li dijî îQtîdarê têdikoşe û wiha got: "Vê hêz û berxwedana xwe di 31'ê Adar-23 Hezîrana 2019'an de nîşan da. Me bi stratejiya “Em li Kurdistanê bi ser bikevin, li Tirkiyeyê bi AKP-MHP’ê bidin windakirin" hêzek nîşan da. Dema em diçin kongreyê jî em bivê stratejiyê tev digerin. Em dixwazin hemû mafê Kurdan ên hatine xespkirin dîsa paşve bistînin. Em dixwazin Yekîtiya Neteweyî pêş bixin. Em dixwazin bi AKP-MHP û Ergenekonê bidin wandakirin. Kengî me ev têk bir wê demê hêza demokrasiyê dikare bi ser bikeve. Wê demê qada têkoşînê dê peş bikeve. Ev statejiya me ne tenê bi hilbijartinê bi sînor e. Ji bo demdirêj e." 
 
Onlu, anî zinan ku HDP li Tirkiyeyê xeta sêyemîn temsîl dike û wiha lê zêde kir: "Di vê pêvajoya ku Tirkiye ji nûve bi teşe dibe du enî hene. Eniyek ya statukoporêz e. Ya din jî hişmendiya yekparêz e. Fikra HDP'ê xeta sêyemîn ya Komara Demokratîk û neteweya demokartîk e. Fikrek xurt heye. Lê rêxistinek li gorî vê fikrê tune ye. Di niqaşan de nerîna 'Fikra xurt heye, lê rêxistinek bi hêz û xurt tune ye' derket holê. Me xwe di pêvajoya rexnedayînê re derbas kir. Hêj di hişmendiya zimanê siyaseta mêr, parastina ekolojiya herêmî de kêmasî hene. Rexnedayîna vê yekê rêxistinkirina gel e. Rexneya Birêz Ocalan hebû digot ‘Ev partiya muzakereyan bû. Lê hûn bi ser neketin" Muzakere ne rûniştina aliyan e. Divê bi fikrekê biçin civakê û civakê îkna bikin. Ev partiyek bi tevger e û divê xwe fireh bike." 
 
Onlu, anî ziman ku piştî komxebat û konferansên jin, ciwan, aborî û ekolojiyê dê sibê 3'emîn Konferansa Mezin a HDP'ê li dar bixin û nexşerêya xwe ya nû diyar bikin. Onlu, anî ziman ku heta niha kêmasiya wan a herî mezin fikr û bîrdoziya HDP'ê ji her kesî re rast û baş venegotin. Ji bo avakirina Komara Demokratîk emê kadroyên bi hêz pêş bixin. 
 
'HÊZA HERÎ MEZIN A HDP'ê KURD IN' 
 
Onlu, bibîr xist ku bi girtin û astengiyên li pêş wan dixwazin HDP'ê dîl bigirin û wiha lê zêde kir: "Dixwazin li Rojava bêjin HDP, ‘Kurdistanî ye. Kurd e. Bi vê yekê dixwazin HDP'ê tenê bi Kurdan bi sînor bikin. Li aliyê din naxwazin ku li destkeftiyên Kurdan xwedî derkevin. Bê guman hêza herî mezin a vê partiyê Kurd in. HDP dê li destkeftiyên Kurdan xwedî derkeve. Dê parastina destkeftiyên Kurdan bike pirsgirêka xwe. Tirkiyebûn nayê wê hateyê ku mirov pişta xwe bide Kurdistanê. Tirkiyebûn, berî her tiştî di çareserkirina pirsgirêka Kurd re derbas dibe. Di demokratîkbûna Tirkiyeyê re derbas dibe. " 
 
Onlu, herî dawî diyar kir ku di 2023'an de bi kadroyên nû û bi fikra Tirkiyebkûnê armanc dikin ku Tirkiye bi rêve bibin. Em armanc dikin ku vî welatî bi demokrasiyê bi rêve bibin. Em wekî HDP'ê armanc dikin ku li welatê hevpar bi hevre bijîn û xeta sêyemîn a paradigmayê pêş bixin.
 
MA / Berîvan Altan