'Erdogan, di mijara penaberan de aqlê xwe da der'

img

ENQERE - Berdevka Komîsyona Koçberî û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû, ji bo Serokomar Erdogan ku di Forûma Penaberan a Kûrewî de di mijara penaberan de dewletan rexne kiribû û gotibû dane dû raneteke siyasî, got: "Erdogan, aqlê xwe daye der". 

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Cinêwê di Forûma Penaberan a Kûrewî de gotibû: "Werin em bi hev re petrolê derxin. Em bi hev re penaberan bi cih bikin. Di mijara penaberan de çavberdana ranta siyasî cihê şermê ye". 
 
Berdevka Komîsyona Koçberî û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû, nerazîbûna xwe ji bo daxuyaniya Erdogan anî ziman. 
 
Agaoglû, got: "Tiştên Erdogan dibêjin, bi rastî jî tarjîk in. Bi kîsan aqlî û bi kîjan mafî dixwaze li welatekî din petrolê derxîne. Çavkaniyên welatekî, ji bo mafên li wî welatî tên bikaranîn. Erdogan bi van gotinan, tişta di aqlê xwe de daye der. Ev tişt nayên qebûlkirin. Pêdivî bi çareseriyên mayînde heye". 
 
Agaoglû, diyar kir ku polîtîkaya penaberan a AKP'ê polîtîkayeke demdirêj e. Agaoglû, gotinên Erdogan ên derbarê şerê navxweyî yê Sûriyeyê bibîr xist kug otibû "Înşelleh di nêz de em ê biçin Şamê, em û xwişk û birayên xwe yên li wir em ê hev du hemêz bikin" û got: "Lê rêveçûyîna şer li gor dilê Erdogan neçû. Û ev kir ku di polîtîkayên xwe yên derbarê penaberan de hin guherînan bikin. Tirkiye mecbûr ma polîtîkaya deriyê vekirî pêk bîne û xeyalên Erdogan ên ji bo seltenatê tarûmar bûn". 
 
Agaoglû, diyar kir ku piştî ku AKP di hilbijartina Stenbolê de têkşikiyaye, polîtîkaya xwe ya ji bo penaberan guherandiye. Agaoglû, gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê penaberan de bibîr xist ku pêşî ji bo penaberan digot "kesên aramiya me xera nakin", lê belê piştî hilbijartinê gotibû "kesên ewlehiya me xera dikin".