Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe

img

AMED –Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê wek hewldana “Nefesê dide DAIŞ’ê” nirxand û got AKP dixwaze pêvajoya hilbijartinê bi propaganda şer birêve bibe. 

 
Parlamentera Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Amedê Salîha Adyenîz êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Mexmûrê û Şengalê û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand. 
 
‘DIXWAZIN NEFESÊ BIDIN DAIŞÊ’ 
 
Aydenîz bi bîr xist ku gefên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakurê Sûriyeyê ne yên ewil in û got: “Operasyonên eskerî yên li dijî herêmê her tim di rojeva Tirkiyeyê de ye. Armanca gefên operasyona li dijî Rojava destkeftiyên neteweyên li wir in. Armancek din jî ya operasyonê ew e ku Tirkiye dixwaze nefesê bide DAIŞ’ê.”
 
‘BAKURÊ SÛRIYEYÊ DIXWAZIN JIXWE RE BIKIN PROPAGANDA’ 
 
Aydenîz anî ziman ku AKP beriya her hilbijartinê konsepta şer û pevçûnan dixwe dewrê û wiha got: “Dixwaze bi van hewldanên xwe yên şer pêla nijadperest bixe tevgerê û dengê wan bi dest bixe. Tirkiye ji hilbijartinan dernakeve. Her pêvajoya hilbijartinê bi propaganda şer birêve birin. Carek din li ber vê hilbijartinê em dibînin ku AKP xwe li dijî destkeftiyên kurdan tûj kiriye. Ev gef bêtehamulîya li dijî xwerêveberina gelên Bakurê Sûriyeyê ye. Dixwazin destkeftiyên wir teslîmî çeteyan bikin. Operasyon bi îtîfaqa AKP û MHP’ê pêk tê.”
 
‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDAN E’ 
 
Aydenîz bal kişand bal ser êrîşên li dijî Şengal û Mexmûrê jî û wiha got: “Ev temamî bêtehamuliya li dijî gelê kurd e. Dixwazin kurdan li her deverê xelas bikin û destkeftiyên wan tune bikin. Li şûna pirsgirêka kurd bi rêbazên çareseriyê bikin, li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Iraqê polîtîkaya tunekirinê pêk tînin.”