Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike

img

QAMIŞLO -  Berdevka YPJ‘ê Nesrîn Abdullah di Foruma Navneteweyî ya "Guhertina Demografî û Qirkirina Nijadî ya li Efrînê" de axivî û got: "Sûriyê bûye qada Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Heya niha tu şer mîna wê rû nedane. Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev a siyasî, erdnîgarî û civakî li herêmê biafirîne."

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah di rûniştina roja duyemûn a Foruma Navneteweyî ya "Guhertina Demografî û Qirkirina Nijadî ya li Efrînê" ya ji aliyê Mavenda Lêkolîna Stratejik a Rojava ve hat organîze kirin û duh li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Kantûna Qamişlo pêk hat de axivî û bal kişand ser şer, ewlekarî û guhertina demografî ya li Efrînê  
 
Nesrîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de spasiya şervanên YPJ‘ê kir û wekî beşek jî sîstema parastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir. Abdullah îşaret bi bûyerên ku li ser xaka Sûriyeyê rû didin kir û wiha got: "Di encama kombûna krîzên dîrokî, civakî, siyasî û aborî de pergalên desthilatdar ên navdewletî bi aktorên navxweyî û herêmî  temenê aloziyê dirêj kir. Her aliyek hewl dide li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî li Rojhilata Navîn nexşeyan xêz bike. Sûriyê  di encama şerê di navbera hêzên guhertina demokratîk û hêzên hakim ên herêmî û navdewletî de veguheriye qada “Şerê Cîhanî yê Sêyemîn" ku mîna wê li herêmê rû nedaya, ne di şekl, ne jî naverok û ne jî armancê de."
 
Nesrîn Abdullah di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hemû nakokiyên hêzên ku beşdarî şerê li Sûriyê bûnexw, li ser vê xaknîgariyê kom bûne. Şerê ku hate kirin, hemû pêkhate û beşên civakê dike hedef, bi taybet jin û zarokan. Tê gotin ku bi milyonan kes koçber û penaber bûne, bi hezaran jî windayî ne û bi hezaran jî hatine kuştin û birîndar bûne. Binesaziya herêmê hatiye hilweşandin. Li gorî raporên fermî û navendên lêkolînên navdewletî dibe ku lêçûna binesaziya rûxiyayî bigihîje 400 mîlyar dolaran.
 
'TIRKIYE LI EFRÎNÊ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ KIRIN'
 
Di vî şerî de, Tirkiyeyê dixwest di pêşbirka destwerdana Sûriyê de ya yekemîn be û roleke sereke di derxistina tevgera demokratîk a gel ji navaroka wê de bilîze û bixe xizmeta berjewendiyên xwe û armancên xwe. Carinan xwe wek parêzvana gelê Sûriyeyê dida xuyakirin û car caran ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de dixebite. Opozîsyon bi aliyê xwe de kişand û ew wekî amûrê di destê xwe de bi kar anî. Bi komên dîtir ên aloziyê bazarên siyasî dikirin û Efrîn bû qurbaniya bazirganiyên van hêzan ku bi dagirkirina wê bi encam bû. Tirkiye li Efrînê bi hincetên dûrî rastiyan hemû qanûnên navdewletî binpê kirin, hê jî hewl dide li ser hesabê xwîna Sûriyê herêmên xwe berfireh bike û xewna Osmaniyan vegerîna, mîna polîtîkayên li lîwaya Îskenderûnê. Bajarên Ezaz, Cerablus û Babê dagir kirin û çavê wê li Helebê ye. Piştî şerên giran ên li Efrîn, hemû çekên giran bi kar anîn, niha jî gefa êrîşên li dijî rojhilatê Firatê dixwe. Ev hemû diyar dikin ku Tirkiye hewl dide rewşeke siyasî, cografîk û civakî nû ji krîz û tevliheviyê biafirîne û di demên dawîn de dergehek li navçeya Cindirêsê vekir.
 
Ji bilî sûcên wê yên rojane wekî kuştin, îşkencekirin, revandin û koçberkirina bi darê zorê, hewl dide  civakeke nû ya ne li gorî civaka resen ava bike. Li gorî çavkaniyên hiqûqî ji 18‘ê Adara 2018‘an heta 29‘ê Îlona 2018‘an 335 sivîl şehîd bûn, 729 jî birîndar bûn, 937 kes hatine revandin û 72 du zarokan di encama teqîna mayinan de jiyana xwe ji dest da. Ev hejmar ber bi zêdebûnaê ve diçe.  Li gorî qanûnên navdewletî yên girêdayî şer û şerên navxweyî, Peymana Cinêvê a sala 1949‘an û protokola wê û peymana parastina mulkiyetên giştî ya sala 1954‘an hemû binpêkirinên Tirkiyeyê wek encamên sûcên ku digihîjin şer û sûcên li dijî mirovahiyê bi nav dikin.
 
Heger em li destpêkê vegerin ango piştî rizgarkirina herêma Efrînê ji hêzên rêjîma Sûriyê ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve, dewleta Tirk komên cîhadîst ên tundraw bi kar anîn da ku êrîşî Efrînê bike.
 
Êrîşa yekemîn sala 2013‘an li dijî gundê Qestel Cindo bû. Êrîşa li ser gundê Qestel Cindo bi rêya ‘Lîwa Asîfet El-Şîmal’ ji aliyê bajarê Ezazê ve pêk hat.  Di Îlona heman salê de rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bi hevkariya komên îslamî yên girêdayî koalîsyona opozîsyona Sûriyê êrîşên berfireh ji gundê Dêr Belût , Dêwa û Celeme birin ser herêma Cindirêsê, êrîş nêzî mehekê berdewam kir.
 
Dewleta Tirk bi rêya koma Lîwa Tewhîd ku mezintirîn kom a girêdayî artêşa Azad a Sûriyeyê êrîşên dijwar birin ser navçeya Şêrawayê, rexmî çekên wan ên giran komên çete li hemberî berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê nekarî gavekê pêşde biavêje. Wekî hûn dizanin, ev êrîş destpêka projeya dagirkerin û guhertina demografyaya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên çekdar ên Sûriyê ye ku bi hinceta parastina ewlekariya Tirkiyeyê hatin kirin.
 
Di Hezîrana 2013‘an de li gel êrîşan 14 komên çekdar, di nav de Meclisa Leşkerî û Şoreşgerî, Lîwa Tewhîd, Lîwa Cund El-Heremên, DAIŞ, Ehrar El-Şam, Lîwa Eshab El-Yemîn, Lîwa Yermûk, Lîwa Ehrar El-Şiyûx, Siqûr El-Şam û El-Nusra cemberek li ser herêmê ferz kir. Ji wê demê ve her komek nobeta serweriya sînor digire, her wiha dewleta Tirk di kûrkirina çemberê de şîrîk e.
 
Leşkerên Tirk ên li ser sînor guleyan li ku kesên ku dixwazin sînor derbas bikin, direşînin. Li gorî belgeyên çavkaniyên hiqûqî zêdetirî 200 sivîl bi guleyên leşkerên li ser sînor hatine kuştin.
 
Rexmî ambargoyê jî, lê herêma Efrînê spartgeha herî ewle ji bo koçberan bû. Ji ber ewlehî, mozayîka civakî ya pirreng û jiyana hevbeş koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê xwe li Efrînê û herêmên din girt. Gelê Efrînê ji aliyê xwe û bi derfetên heyî destek da koçberan. Li gorî Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê ji sala 2014’an heya dîroka dagirkirinê zêdetirî 400 koçber di nav de jin, zarok û kesên bi temen li malên efrîniyan û Kampa Rûbar man.
 
Dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê piştî êrîşên 18‘ê Çileya 2018‘an û dagirkirina planên xwe yê siyasî bi rêya şerê taybet û bê rêbazên hovane li dijî qanûn û pîvanên navdewletî pêk anîn.
 
- Sivîlan û kesayetan welatparêz direvînin û dikujin, her wiha dest diavêjin cenazeyên wan da ku tirs û bêaramiyê belav bikin.
 
- Destûr dide komên girêdayî xwe da ku milkên taybet û ên giştî talan bike û wan wekî xenîmetên şer di nav xwe de parve bikin.
 
- Li dijî şêniyên ku li Efrînê mane kiryarên hovane û bêexlaqî pêk tînin da ku wan neçarî derketinê bikin, her wiha jinan û keçan direvînin, tecawizê li wan dikin û car caran wan dikujin.
 
- Bi armanca qirkirinê deverên dîrokî û şûnwarî xirab dikin, her wiha nasnameya tirkî li wan ferz dikin.
 
- Navên cih, qad, rê û gundan bi navên tirkî û erebî vediguherînin.
 
- Materyalên bi zimanê tirkî li hemû dibistanan ferz kirine û perwerdeya bi ziman û çanda dayikê qedexe kirine, her wiha alên xwe li ser avahiyên saziyên fermî hildane.
 
- Li jinan ferz dikin ku ser û rûyê xwe bigirin.
 
- Pîrozgehên olî bi taybet yên Êzidiyan rûxandin û bi gefa kuştinê Êzidî neçar dikirin ku bibin misilman.
 
Gotinên me tu carî nagihîjin asta azarên gelê Sûriyê di dirêjahiya aloziyê de. Me xwest bi kurtasî siyaset û binpêkirinên ku li ser hesabê xwîna gel tên meşandin zelal bikin, bi taybet siyaseta dewleta Tirk û asta tirsa wê ji her tiştekî demokratîk li herêmê û pêkanîna armancên xwe yên stratejîk bi rêya binpêkirinên xwe yên rojane li dijî gelên Efrînê û herêmên din ên ku dagir kirine. Dewleta Tirk hîna jî hovanetirîn sûcên xwe li ber çav û guhên civata navdewletî didomîne, wekî ku dewleteke ne merd e. Ev nayê wateyê ku dewletên din ên mudaxeleya Sûriyê dikin, dixwazin aloziyê çareser bikin an jî destên wan di pêkanîna hovanetirîn sûcan de tune ye.
 
Di dawiyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku em kurahiya êşên bi sed hezaran jinên Efrînê û cîhanê tê digihîjin û hîs dikin. Ew jinên ku bi agirê têgeha dewleta neteweyî û oldar û kirinên rêxistinên terorîst hîna jî disojin. Ew jinên ku rastî komkujî, destavêtin, xwekuştin û tecawizê tên, bêyî ku parêzerek ji aliyê hiqûqî yan jî ewlehî ve hebe. Ji ber wê û ji bo avakirin û afirandina qanûneke hiqûqî ku hemû şêwazên parastinê û xweparastinê li dijî êrîşên ku jinan dikin hedef vehewîne, divê em hevkar bin û piştgiriya hev bikin. Ji lew re pêwîstiya me bi hemû hêza me ji bo bicihanîna aştiyê, ewlehî û aramiyê ji hemû gelan re heye.
 
Bi vê boneyê em spasdarî û minetdariya xwe ji hemû kesan re ku li rex me sekinîne û hîna jî piştgiriya berxwedana me ji bo pêkanîna azadî, aştî û rûmeta mirovahiyê dikin, pêşkêş dikin. Em helwesta jinên cîhanê û piştgiriya wan di dijwartirîn dem û mercan de ji bîr nakin. Ew bûn jêdera hêza manewî ku berxwedan û israra me xurtir dikir. Ji aliyê xwe ve em soza şopandina rêgeza parastina jinê û azadiya wê û rûniştandina edaleta civakî didin.
 
Careke din bi navê gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi navê YPJ'ê û jinên Kurd em we silav dikin û em hêviya serkeftinê di hewldanên we de yên ku xizmeta nirxên mirovahiyê dikin, dixwazin."