Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin

img

RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Haliliyê de axivî û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo dawî li Tecrîdkirina Îmraliyê bê 24 rojin di greva birçîbûnê de ye. Divê em bêtir dengê çalakiya Leyla Guven bilind bikin û deng bidin dengê wê. Divê em çalakiya wê mezintir bikin. Roj roja ku em dengê wê bilindtir bikin e. "

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Haliliye ya Rihayê 2’emîn Kongreya Awarte ya Navçeyayê pêk anîn. Kongre li Navenda Kongreyê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê pêk hat. Parlamenterê HDP'ê yê  Rihayê Omer Ocalan, endamên meclîsa partiyê, endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyê, Dayikên Aştiyê, Nûnerên Egîtîm Sen'ê û gelek kesên din amade bûn. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 24 rojin di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza Guven daxqaza gel e. Berxwedana Birêz Guven daye destpêkirin berxwedanek mezin e. 3 salin em agahî ji Birêz Ocalan nagirin. Ji ber vê yekê çalaiya ku Leyla Guven dest pê kiriye, bi wate û bi qîmet e. Divê em vê çalakiya Leya Guven daye destpêkirin mezintir bikin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelê Kurd e. 
 
DIVÊ EM DENG BIDIN DENGÊ GIRTÎGEHAN 
 
Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û wiha bi dawî kir: "Piştî pêvajoya çareseriyê li Tirkiye hat xelaskirin li Tirkiye bi hezaran ciwanên kurd û tirk jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ev kuştin bi dawî bibe divê bi lez û bez pêvajoya diyalog û muzakereyan bê destpêkirin. Bi Ocalan re dîsa diyalog bê destpêkirin. Girtiyên girtîgehê jî bi armanca balê bikişînin ser vê rewşê û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin dest bi greva birçîbûnê kirine. Bi sedan girtiyan ji bo bêtir mirov neyên kuştin û aştî pêş bikeve bedena xwe dane ber mirinê. Divê em vî dengî bibînin û bêtir mezin bikin." 
 
Ocalan bal kişand ser xeztên li dijî HDP'ê jî û wiha bi dawî kir: "Di demên dawî de li dijî partiya me zext pir zêde bûne. Bi sedan endam û rêveberên me hatin binçavkirin û hatin girtin. Tenê HDP li dijî van polîtikayên AKP'ê dengê xwe bilind dike. Ji ber vê yekê HDP herî zêde dibe hedefa AKP'ê. Li meclîsê partiya ku li ber xwe dide û muxalîfiyê dike tenê HDP heye. Li Tirkiye Bendava herî mezin a avdaniyê heye. Lê gelê Rihayê bê av e. Li Rihayê pirsgirêka av û ceyranê pir zêde ye. Bajarê çandiniyê ku vê pirsgirêkê dijî rewşa şermê ye." 
 
Piştî axaftinê rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Halîliyê Mahmut Manas û Makbule Yavuzel hatin hilbijartin.