KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî

img
SILÊMANÎ - Şandeyeke KNK’ê li dijî hewldanên girtina Navendên Tevgera Azadî, bi armanca piştgiriyê Navenda Tevgera Azadî ya Kurdistanê ziyaret kir. 
 
Şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca piştgiriyê, Navenda Tevgera Azadî ya Kurdistanê ya li Silêmaniyê ziyaret kir.  Şandeya KNK’ê li gel hevserok û endamên Tevgera Azadiyê civiya. Li bendê ye piştî civînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 25’ê Mijdarê biryarek derxist û ragihand ku partiyên ku destûra wan li Herêma Kurdistanê nîne wê navendên wan werin girtin û çalakiyên wan werin qedexekirin. Divê çarçoveyê de heya niha tevî hemû nerazîbûnan jî navenda Tevgera Azadî ya Koyê hatiye girtin û hewl tê dayîn Navenda Tevgera Azadî ya Germiyan û Silêmaniyê jî bigirin. Lê Tevgera Azadî partiyeke li seranserê Iraqê fermiye û ji sala 2014’an ve jî ji bo fermiyetê serî li Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê daye. Ancax heya niha jî bersiva Tevgera Azadî ne hatiye dayîn. Li gorî qanûnên Herêmê jî eger heya 3 rojan Wezaret bersiva ew partiya ku serî lê daye nede bi awayeke xwezayî fermî dibe. Li gorî vê qanûnê jî ti pirsgirêkeke ne fermîbûnê ya Tevgera Azadî nîne.