Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê dest pê kir: Encam dê muhteşem be

img
AMED - 2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi beşdariya bi hezaran ciwanan û bi şiyara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" dest pê kir.
 
2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şiyara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" li salona Kongre û Konferansê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê dest pê kir. Polîsan der û dora salona kongreyê girtin û ciwanên hatine kongreyê yek bi yek di lêgerinê re derbas kirin. Ciwanên HDP'yî piştî kontrolê ketin hundirê salonê. Endamên Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (DEV-GUÇ), Partiya Şoreşger, ji Herêma Kurdistanê endamên Yekîtiya Xwendekaran a Partiya Komunîst a Kurdistanê û ji Îranê jî endamên Yekîtiya Ciwanan tevlî kongreyê bûn. Dîsa Hevserokê KCD'ê Bertan Ozturk û Parlamenterên HDP'ê 
Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civakî tev li kongreyê bûn.  Ciwanan li salonê pankartên "Çi dibe bila bibe, encam wê muhteşem be", "Bi ruhê jinên ciwan xwe bi rêxistin bike, tecrîdê bişikîne", "Bi têkoşîna yekbûyî ya ciwanan xwe bi rêxistin bike, faşîzmê hilweşîne", "Ji bo zanîngeha azad û xweser serî hilde" û "Em bi ruhê jinên ciwan ên azad xwe bi rêxistin bikin, azad bibin" daliqandin. Ciwanên ku ji çar aliyên welêt hatin Amedê, beriya destpêkirina kongreyê govend gerandin. Jinên ciwan bi cilên gelêrî tevlî kongreyê bûn. Ciwanên ku salona kongreyê dagirtin, li ber strana "Dîren ha Diyarbekir" govend gerandin. Ciwanan di kongreyê de li salonê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "PKK gel e, gel li vir e", "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Piştî kongreyê dest pê kir, ciwanan posterên mezin ên Pêşenge PKK'ê Mazlum Dogan ê li Girtîgeha Amedê li dijî zilmê bedena xwe da ber agir, Jinên bi çalakiya xwe bûn sembol Zeynep Kinacı (Zilan) û Gulnaz Karataş (Beritan) û yek ji pêşengê berxwedana Girtîgeha Amedê ya rojiya mirinê Ali Çiçek vekirin. 
 
LEYLA GUVEN SILAV KIRIN
 
Ciwanan di kongreyê de ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Piştî rêzgirtinê Dîwan hat hilbijartin. Li ser navê Serokatiya Dîwanê Parlamentera HDP'e ya Mêrdînê Pero Dundar, axivî û bal kişand ser çalakiya Hevkeroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Dundar, diyar kir ku çalakiya Guven silav dikin û piştgiriyê didin çalakiya wê.
Dundar, destnîşan kir ku tecrîd tenê li ser Ocalan nayê meşandin û di heman demê de li ser jin, ciwan û hemû beşên civakê û gelê Kurd tê meşandin. Dundar, destnîşan kir ku tecrîd dê bi têkoşîna ciwanan bê şikandin. Dundar, Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê Tuna Aydsn a dema xebatên kongreyê dimeşandin hat binçavkirin j^Fi silav kir û wiha got: "Tevî hemû astengiyan ciwanan îro kongreya xwe pêk anî. Tu hêz dê nikaribe têkoşîna bi rêxistin a gelê kurd û ciwanan bişkîne. Heta niha tu hêz li dijî têkoşîna kurdan bi ser neketiyeû ji niha û şûnde jî bi ser nakeve. Ji ber ku em mafdar in û xwedî nasname ne. Gelê Kurd û gelên Tirkiye mafdar e."