Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e

img

QERS - Siyasetmedar Mahmût Alinak ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêke serî li serokomartiyê da, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Ji bo xwedî li Ocalan bê derketin, şexs mirovbe bes e." 

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Her wiha ji 5'ê Nîsana 2015'an ve jî endamên Heyeta Îmraliyê nikarin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin çêkir. Ji wê çaxê heta niha tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
Berdevkê Kongreya Azadiyê ya Kedkarên Kurd û parlementerê berê Mahmût Alinak ji bo hevdîtinê bi Ocalan re çêbike serî li serokomartiyê da bû, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan. 
 
JI BO SERLÊDANÊ BERSIV NEHATIYE DAYÎN
 
Alinak, demek berê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê çêbike serî li serokomarê Tirkiyeyê dabû. Alinak got: "Ger destûr bihatana dayîn û me hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêbikirana, piştî vê hevdîtinê em ê biçûna Qendîlê jî û me yê li wir jî hevdîtin çêbikirana. Piştî evan hevdîtina me yê Kongreya Azadiyê li dar bixistana û meyê bi awayekî zelal peyamên xwe ragihandana dewletê. Lê belê heta niha ji bo vê serlêdana me bersivek nehatiye dayîn." 
 
'BI PÊNGAV Û PROJEYÊN NÛ, DÊ AKP BI PAŞ VE GAV BAVÊJE'
 
Alinak, diyar kir ku ji ber berpirsiyarên vî şerî AKP û Tayyip Erdogan in, wî daxwaza tiştekî wisa kiriye. Alinak, anî ziman ku wexta wan serî lê daye jî ne bihêvî bûne û got: "Lê wekî min got, ji bo em siyaseta Tayyîp Erdogan teşhîr bikin û nîşan bidin ku berpirsiyarê evan mirinan hemû TayyîpE rdogan in, min ji bo hevdîtinê serî lê da. Ger ev hevdîtin pêk neyê, nexwe divê tişta ewilî em bikin ew e, em bikin ku dewlet bi paş ve gav bavêje. Em bi pêngav û projeyên nû, em dikarin bikin ku AKP û Tayyîp Erdogan bi paş ve gav bavêje. Bawer dikim, dê xebateke di vî warî de tesîreke erênî li meseleya Kurdistanê bike. Dê ev yek bike ku derî li ber meseleya Kurdistanê vebe û tecrîda li Îmraliyê ji holê rabe." 
 
'JI BO XWEDÎDERKATINA LI OCALAN NE HEWCE YE MIROV PKK'YÎ BE'
 
Alinak bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û destnîşan kir ku tecrdîkirina Ocalan derî mirovbûyînê û qanûnên Dewleta Komarê Tirkiyeyê ye. Alinak got: "Li gorî qanûnan divê Ocalan heftê carekê bi rêya telefonê bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbike û du hefteyan carekê mafê wî yê hevdîtina girtî û mehê carekê jî mafê wî yê hevdîtina vekirî heye. Lê ew 'arizeya kosterê' nehat çareserkirin! Ev pêkanîna derî mirovbûyînê didome. Ma nikaribûn di vî warî de hin projeyên din çêbikin? Bi ya min dikarin. Ji bo xwedîderketina li Ocalan ne hewce ye mirov PKK'yî, kurd, HDP'î be, tenê meriv mirov be bes e. Li ser asasên mirovahiyê, mirovbûyînê de dikarin bi awayekî hêzdar xwedî li Ocalan derkevin û hîna jî dikare bê derketin." 
 
ÎNÎSYATÎFA REWŞENBÎRAN
 
Alinak got: "Ez tim behsa nebûna Înîsyatîfa Rewşenbîran dikim. Mixabin ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê Înîsyatîfa Rewşenbîran tune ye. Hema bêje siyaset hemû rêyên li ber hewldanên sivîl an jî organîzasyonên sivîl girtiye. Li înîsyatîfekê bifikirin ku kurd, tirk, gelên din, HDP'î, CHP'î, mirovên nealîgir heye û ev înîsyatîf li ser asasên mafên mirovan li hemberî tecrîdkirina Ocalan dertên. Heta ev mirov her hefte ber bi Mûdanyayê ve dimeşin. An jî her hefte ji bo tecrîd bikeve rojevê li hev dicivin. Yanî wekî vê gelek proje dikarin bên çêkirin. Tu yê biçî Mûdanyayê, biçî Serokomartiyê. Tecrîdkirina mirovekî me hemûyan nerihet dike û jiyanê ditengijîne. Em bi piranî bi daxuyaniyan dibêjien 'bila dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.' Divê em vê rewşê bigihînin asta herî jor. Divê herkes baweriya xwe bi vê bîne. Bi vî awayî tecrîdkirina Ocalan dê bi dawî bibe û ev pêkan e. Divê ev tecrîdkirin wisa nedome." 
 
'WÊ OCALAN BI PEYAMÊN XWE NÊVENGÊ NERM BIKE'
 
Alinak, destnîşan kir ku ger dawî li tecrîdkirina Ocalan bê, dê bi peyamê xwe vê nêvenga nîjadperest nerm bike û got: "Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên çêkirin û dê ev tesîreke mezin a erênî li guherîna ruhê gelê tirk jî bike."