Rojnameger Bayramoglu: Muxalefet bibe yek dê hevsengê siyasî jî biguhere

img
AMED - Rojnameger û nivîskar Ali Bayramoglu, der barê îtîfaqa AKP-MHP'ê de anî ziman ku ev ji îtîfaqê wêdetir li dijî kurdan polîtikaya otorîteriyê ye. Bayramoglu, diyar kir ku sekna muxalefetê perçe perçe ye û wiha got: "Ger ku hêzên muxalefetê di hilbijartina herêmî de bibin yek û bi hevre kar bikin dê hevsengiya hemû siyasasetê bê guhertin û kurd dê dîsa vegerin herêma xwe. 
 
Di serdema ku AKP bi serê xwe bû îktidar êdî pergala "Yek Mirovî" jî ket meriyetê. Her çend AKP bi serê xwe îktîdar bû û hemû hêz di destê wê de bûn jî, ji ber polîtikayên xwe di hilbijartinên dawî de bi tena serê xwe nebû îktîdar û bi MHP'ê ke bû şirîk. Piştî AKP û MHP bûn şirîk û îtifaqên hilbijartinê ava kirin bertek û nerazîbûn zêde bûn. Li gel îtîfaqê jî disa AKP li herêmê bi ser neket û qeyûm tayînî şaredariyan kir. Di hilbijartinên dawî de AKP û MHP’ê bi piştgiriya qeymeqam, walî û hemû derfetên dewletê xebatên hilbijartinê kirin û li pêş partiyên muxalefet derxist. Niha jî AKP û MHP beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an mijarên “Af” û “Sonda xwendekaran" dike rojevê. 
 
Der barê polîtîkayên iktîdarê û MHP'ê û sekna muxalefetê nivîskar û rojnameger Alî Bayramoglu  nirxand. Bayramoglu, têkildarî îtîfaqa AKP û MHP'ê diyar kir ku ji îtîfaqê zêdetir li dijî siyaseta civakî îtîfaqa otoriter e û wiha got: "Mesemeya kurd a li Rojhilata Navîn ji bo xwe wekî gef dibînin. Li gorî vê yekê siyaseta xwe diyar dikin. Dîsa kaosa piştî darbeyê sedema vê îtîfaqê ye. Ev îtîfaqa li dijî kurd e. Ev îtîfaqa AKP û MHP'ê pir sist e û bi hevre hikûmet ava kirine. Hevkariyek helwestê ye. Ji xwe HDP di bin  zextan de ye. Hêj gelek wekîl û şaredarên wan girtî ne. Ji ber ku êdî medya ne medya ye ev yek xuya nabe. CHP jî di nava xwe niqaşan dike. Di nava MHP û AKP'ê de niqaşên dê kî bibe otoriter û kî bi rêve bibe tên meşandin. Di nava AKP'ê û MHP'ê de pêşbirga populizmê heye. Her aliyek bêtir dixwaze bibe otoriter. Lê yek nijadperestiyê û ya din jî olperestiyê derdixe pêş û li hev nakin. Herî dawî niqaşa ‘Sonda me' kirin rojev. Ev piştî mijara Keşe Brunson, teqawîtiyê û meleseya kurd derket holê. Beriya wê niqaşên Efoyê pêş xistin. Ev hemû nakokî û cudahiyên di nava AKP û MHP'ê de ne. Li holê koalîsyon tune. Îtifaqek li ser esasê otorîteriyê û sist heye."
 
Bayramoglu bal kişand ser hilbijartinên rêveberiya herêmî û wiha got: "Bahçeli di gotina 'Em dê her kes namzetên xwe diyar bikin' de meseleya wî kurd û herêma Guneydogu ye. Bi windakirina şaredariyên bajarên mezin ji bo îtîfaqê tiştek nayê guhertin. Hilbijartina Adarê hevsengiya îktîdarêya Tirkiye naguherîne. Li herêmê namzetên kurd dê dîsa li siyasetê vegerin. Kurd dê dîsa bi paşve vegerin. Li Meclîsê înkara kurdan pêk hat. Di hilbijartina rêveberiya herêmî de ev yek dê betir pêk bê. Ger ku li Stenbol û Enqere AKP winda bike dê guhertinên mezin pêk bên. Ev rewşên mezin em dê piştî hilbijartinê tev bi hevre bibînin. Enqere bi rîsk e. Lê li bajarên din pirsgirêka yekîtiya muxalefetê heye. Namzetên xurt tune ne. Di hilbijartinên herêimî de piştî hilbijartinê bendewariyek min tune ye. Ji bo tabloya hezîranê pêk bê divê hemû hêz û partiyên muxalif bibin yek u bi hevre tev bigerin. Hilbijartin dê bêtir di nava AKP, MHP û İYİ Partî de pêk bê. Li Tirkiye muxalefet heye. Lê perçe perçe ye. Divê muxalefetek yek perçe û xurt hebe. Ji bo hevsengiya siyasetê bê guhertin muxalefetek xurt û yek perçe lazim e. 
 
MA / Omer Çelik – Mehmet Şah Oruç