Temellî: Dorpêç kirine siyaseta giştî

img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, qedexeyên li gundên Lîcê berdewam dike rexne kir û wiha got: “Hikûmetê dorpêç ji bo xwe kirine siyaseta giştî û mayinde."  Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bertek nîşanî operasyon û dorpêça li herêmê da û destnîşan kir ku gel dê di hilbijartinên herêmî de bersîvê bide van politîkayên ewlehiyê. 
 
Heyeta HDP'ê û HDK'ê ku têkildarî operasyona li 9 bajaran pêk hat û navenda wê Amed e duh hatin Amedê, ziyareta wan berdewam dike. Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Berdan Ozturk û Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlementerên HDP'ê piştî duh li Amedê saziyên demokratîk ên nûner û rêveberênk hat hatin binçavkirin ziyaret kir îro çû navçeya Lîcê ku li gundê wê qedexe, dorpêç û operasyonên eskerî didomin esnaf ziyaret kirin. Heyet ewil li avahiya HDP'ê ya Lîcê ziyaret kir. Piştre ji welatiyên ku gund û gundikê wan hatiye qedexekirin agahî stend. Heşetê piştre esnafên navçeyê ziyaret kir û agahî ji esnafan stendin. Heyetê piştî ziyaretan têkildarî qedexe û dorpêçê daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û wiha got: "Îktîdara AKP’ê demek dirêj e bi rêya hiqûq û darazê dixwese yê li hemberî xwe pişta wî bigîne erdê. Ev tundiya li dijî siyaseta demokratîk e. Dixwaze beriya hilbijartina rêveberiya herêmî siyaseta demokratik lawaz bike û têk bibe. Siyaseta ewlehiyê dê têkeve nava lingê wan û wan têk bibe. Bi rojan e operasyonên eskerî tên meşandin. Ev ziyareta me têkildarî operasyon û qedexeyên kolanan ên beriya OHAL'ê dest pê kiribû ye. 10 roj zêde ye dorpêç didome. Ewlehiyê dikin hincet. Dixwazin bi van polîtîkayan Lîcê û Kurdistanê bê mirov bihêlin. Tora ewlehiyê dê di piyê wan bialiqe. Gel dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de bersîvê bide van polîtîkayan." 
 
‘LÎCE GELEK CARAN DI NAVA AGIR RE DERBAS BÛYE, LÊ TU CAR TESLÎM NEBÛYE' 
 
Koçyîgît, herî dawî da zanîn ku Lîce gelek caran di nava agir re derbas bûye, lê tu carî teslîm nebûye û wiha bi dawî kir: "Lîcê tu carî çong danenîye. Her dem berê xwe daye têkoşîna azadî û demokrasiyê. Ji niha û şûnde jî dê wisa be. Gelê Lîcê û Kurdistanê ne bi tenê ye. Em dê bi hevre bigêjin serkeftinê." 
 
'HIŞMENDIYA DORPÊÇÊ HEYE' 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî, qedexeyên li gundên Lîcê berdewam dike rexne kir û wiha got: “Hikûmetê dorpêç ji bo xwe kirine siyaseta giştî û mayinde. Demek dirêj e li Licê dorpêç didome. Li gel hişmendiya qeyûm, hişmendiya dorpêçê serdest e. Gel diyar dike ku rayedar dixwazin vê derê bikin çol û bê mirov bihêlin. Hişmendiya qebûm ku vir bê mirov bihêlin serdest e. Dewleta ku bi qeyûman têr nabe, gundan dorpêç dke û operasyonên eskerî pêş dixe. Dixwazin dorpêçê bikin siyaseta mayinde." 
 
Temellî bang li gelê Tirkiye kir ku bi hevre tekoşîna xwe bilind bikin û wiha got: "Divê gelê Tirkiye zanibe ku ev dorpêç ne tenê li ser Lîcê ye. Li ser hemû gelê Tirkiyeyê ye." Heyetê piştî daxuyanî dan ji Navçeya Lîceyê vegeriyan.