Guhertina navê taxên kurdî ji Soylu hat pirsîn

img
ENQERE – Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar guhertina navên kurdî yên 3 taxên navçeya Qoserê ji Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu pirsî. 
 
Wezareta Karê Hundir di 6’ê kanûna 2016’an de Qeymeqam Ahmet Odabaşi qeyûm tayînî Şaredariya Qosera Mêrdînê ya di bin rêveberiya DBP’ê de kiribû. Qeyûm navên kurdî (Berçem, Aştî û Medya) ên 3 taxên navçeyê guhert. Li ser vê yekê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar guhertina navê taxan bir rojeva Meclîsê. 
 
Dundar têkildarî guhertina navê taxan pêşniyarpirs da Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu û xwest bibersivîne. 
 
Dundar van pirsan ji Soylu kir:
 
“*Sedema guhertina 3 navên taxên Qoserê çi ye? 
 
* Bi biryara gelê Qoserê navê 3 taxan guherand, lê ji bo guhertina navên kurdî nêrîna gel hat girtin? 
 
* Navên kurdî yên 3 taxên Qoserê kî û kîjan kesan aciz kiriye? 
 
*  Guhertina navên 3 taxan ên bi kurdî ne êrîşek li dijî zimanê gelê kurd e?
 
* Ji bo navên 3 taxan bi kurdî bimîne hûn difikirin ku fermanê bidin qeyûm? 
 
* Hûn ji guhertina navên kurdî ya ji aliyê qeyûman pêk tê agahdar in? Hûn vê pêkanîna qeyûman erê dikin gelo?