Temellî: Meclîsa ku wekîla wê girtî be dê çawa pêşnûmeyê biaxive?

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî pêşnûmeya efûyê got: “Wekîlên me girtî ne, bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne. Di demek ev hemû tişt li pêşiya me ne û hevala me Leyla Guven girtî ne dê Meclîs çawa pêşnûmeya efûyê bixe rojeva xwe. Em bi matmayî lê temaşe dikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li Salona Civîna Koma HDP’ê ya Meclîsê bi xwendekarên ODTU’yê re civiya. Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Emîne Kaya û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî di civînê de amade bûn. 
 
Temellî di hevdîtinê de bal kişand ser pirsgirêkên ciwanan ên di her warî de û ew bi desthilatdariyek di warî de welat xerab bi rê ve dibe re hevrû mane. Temellî got ev 37 sal e ji YOK’ê rizgar nebûn û nêzî 130 ciwan neçar man derkevin derveyî welat. 
 
Temellî da zanîn ku desthilatdarî dixwaze li gorî feraseta xwe ciwanan heps bike û got: “Em wek HDP’ê tenê ji bo ciwan bên nav siyasetê na, ji bo ku siyaset bigîhîje ruhek ciwan dixebitin.” 
 
‘WÊ HEVDÎTINA PÊŞNÛMEYÊ BÊ KIRIN’ 
 
Temellî pişt re pirsên rojnamegeran bersivand. Temellî li ser pirsên rojnamegeran bal kişand ser pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê ku dê li Meclîsê bê axaftin û got: “Hemû daraza Tirkiyeyê radestî desthilatdariyê hatiye kirin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka edalet û darazê ye. Ya ku van mekanîzmayan xistiye bin kontrola xwe desthilatdarî ye. Wekîlên me girtî ne, bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne. Di demek ev hemû tişt li pêşiya me ne, hevala me Leyla Guven girtî ne dê Meclîs çawa pêşnûmeya efûyê bixe rojeva xwe. Em bi matmayî lê temaşe dikin.” 
 
HILBIJARTINA HERÊMΠ
 
Li ser pirsan Temellî bal kişand ser hilbijartinên herêmî jî û got ew têkildarî xebatên hilbijartina herêmî gellek xebatan birêve dibin û dê hemû jin, ciwan û gelên Tirkiyeyê mil bidin milê hev û di hilbijartinê de bi ser bikevin. 
 
Serokê Konseya Nûnertiya Xwendekarên ODTU’yê Ozgur Mehmet Gur ê ji peywîrê hat girtin jî destnîşan kir ku li zanîngehan zextên gellek zêde li ser xwendekaran hene û ew ê wek xwendekar û ciwanan li dijî zextên li ser wan serî netewînin.