Turan: Girtîgeh veguherîne kampên Nazî

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan têkildarî binpêkirina li girtîgehan daxuyanî da û got: “Girtîgehên Tirkiyeyê ji rewşa girtîgehan derketine. Ev girtîgeh veguherîne kampên Nazî. Girankirina tecrîdkirina Îmraliyê zextên li ser girtiyan zêde dike.” 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Ridvan Turan li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û têkildarî binpêkirina mafê li girtîgehan axivî. 
 
Turan diyar kir ku di demên dawî de li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye û got: “Hin girtî gihîştine asta mirinê. Gellek zarok û pidik bi dayikên xwe re li girtîgehan in. Ev yek jî rastiya girtîgehên welatên me dide nîşandan ku hatiye çi halî. Li Girtîgehan rewşek trajîk diqewime.”
 
‘TECRÎDKIRIN DESTPÊKA ZEXTAN E’ 
 
Turan bal kişand ser binpêkirina mafê girtiyan û got: “Ava ne paqij tevlî xwarina girtiyan dikin. Girtî ji hemû mafên xwe bêpar mane.” Turan anî ziman ku girtiyên li dijî binpêkirinan bertekên xwe tîne ziman cezayên rûtin ên dîsîplînê didin wan û an jî bi zextên mîna wan dixin odeyên singêr re rû bi rû dimînin û got: “Ev yek jî demokrasiya welatê me dide nîşandan, ka ku di çi halî de ye. Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran destpêka zexta sîstematîk a li girtîgehan e. Girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne kampên Nazî.”