Maçînê HDP’î: Divê hêzên demokratîk bên gel hev

img
MELETÎ - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûrettîn Maçîn, diyar kir ku divê hêzên demokratîk bên gel hev û eniyek berfireh ava bikin.  
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Nûrettîn Maçîn, li avahiya partiyê ya Meletiyê bi rêveber û endamên partiyê re hatin gelhev. Maçîn ê piştî serdana Rêxistinên Civaka Sivîl (STO) derbasê avahiya partiyê bû, li vê derê axivî. 
 
'DIVÊ ME TÊKOŞÎNEK YEKBÛYÎ BIRÊVE BIBIN’ 
 
Maçîn, diyar kir ku divê hêzên demokratîk dinava yekbûyînekê de tevbigerin û wiha got: “Weke ku em hemû dizanin, em di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin. Li dijî rêveberiya yekzilamî, divê em bibin yek. Ji ber vê di pêvajoya li pêş me de divê hêzên demokratîk bên gel hev û eniyek berfireh ava bikin.”