'Dê bi qanûna Aştiya Hebûnê, pereyên reş qebûl bikin’

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, diyar kir dê bi sererastkirina herî dawî ya “Aştiya Hebûnê” rê, “Pereyên reş qebûl” bikin û got: “Pereyên reş ên li Tirkiyeyê tên qezenckirin, weke ku ji derveyî welat re şandibin dê bidin nîşandan û hewl bidin bi vê yekê hin kesan fîhil bikin.”

 Hikûmeta ku nikare pêşiya krîza aborî bigire, şertên “Aştiya Hebûnê” ya di 9’ê Gulana 2018’an de di Meclîsê de hat erêkirin, nerimtir kirin. Mûxalifetê bi hinceta Aştiya Hebûnê pêşitiya “pereyên reş fîhil kirinê” vedike rexne kirin. Aştiya Hebûnê ligel van rexneyan jî di 17’ê Tebaxê de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.  
 
‘BI PEREYÊN REŞ ABORÎ SERERAST NABE’
 
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Aboriyê yê HDP’ê yê berê û Parlamenterê Amedê Garo Paylan, sererastkirina nû ya Aştiya Hebûnê nirxand. Paylan, diyar kir ku AKP’ê berê jî ji bo pereyên reş bîne welat qanûn derxistin û wiha axivî: “Bi qanûnên wiha aborî borî sererast nabe. Ji ber ku hikûmet di diwîzê de tengav bûye, hewl didin jêderkên derveyî welat bîne Tirkiyeyê. Ev qanûn ji bo fîhilkirina pereyê reşe. Di encama sûcên berê hatin kirin de û pereyên birin cinneta bacayan, dê vê carê Tirkiye bi xwe bê fîhilkirin.”
 
‘HEWL DIDIN HIN KESAN FÎHIL BIKIN'
 
Paylan, nirxandinên xwe wiha berdewam kirin: “Bi vê qanûnê hin tiştên din derketin holê. Hewl didin pereyên reş ên li Tirkiyeyê tên qezenckirin, weke ku ji derveyî welat re şandine nîşan bin û bi vê yekê hin kesan fîhil bikin. Yanî ev qanûn, ji bo fîhilkirina jêderkên bacayên wan nehatine dayîn, hat dexistin.” 
 
‘DÊ KRÎZÊ KÛRTIR BIKE’
 
Paylan, destnîşan kir ku dema ev qanûn hat rojevê gotin ku “Dê Tirkiyeyê bikin cinneta pereyên reş” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmeta wê demê gotibû dê tu carî pereyên reş fîhil nekin û ji bo vê jî şerh danîbû. Lê nihya ev şerh ji holê rakir û bi vê yekê hemû pereyên reş ên cîhanê dawetê Tirkiyeyê dike. Bêguman teqez evê krîzê kûrtir bike. Ev pêngav, pêngavên panîkêne. Yanî Tirkiye carek din ber bi krîzek mezin ve diçe.”