Mizrakli yê HDP'î: Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe

img

AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçuk Mizrakli krîza ku îro Tirkiye ketiye nav nirxand û diyar kir ku ev krîz emcama pergala 200 salan e û wiha got: "Ji bo Tirkiye ji nava vê krîzê derkeve divê bi lez gavên bawerî, aramî, aştî û demokrasiyê pêş bixe. Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. "  

Di hefteyên dawî de piştî dolar û euro li hemberî TL buha bûn û TL qîmet winda kir aboriya Tirkiye serêbino bû. Dîsa gelek amûr û pêdiviyên jiyanî buha bûn. Tekildarî krîza ku Tirkiye ketiye nav Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Selçuk Mizrakli ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Mizrakli, anî ziman ku krîza ku niha Tirkiye ketiye nav, encama pergala 200 salan e û ji bo Tirkiye ji nava vê krîzê xelas bibe divê aştî, aramî, bawerî û demokrasî li Tirkiye pêş bikeve. Mizrakli, destnîşan kir ku hem faktorên hundir û hem jî faktorên derve yên krîzê hene û wiha got: "Ji ber Tirkiye bi welatê cîran re ne di nava aştiyê deye û polîtîkayên şer pêş dixe krîz bêtir bandrora xwe li ser aboriya Tirkiye dike. Piştî Tirkiye derbasî rejîma yek zilamî bû krîzê bêtir bandora xwe nîşan da. Ji ber yek zilam û wezîrê wî bi vê guhertinê li mijarê dinerin, krîza 200 salan dijî. Hemû pirsgirêk komî ser hev bûne. Li aliyekî bê hiqûqî, li aliyekî dij demokratîkbûn vê krîzê bêtir kûr bike. Welatekî ku bi cîranê xwe re ne aş be nikare di qada bazirganiyê de razemeniyê bike. Îstîkdar pêş nakeve. Bi hikûmeta AKP'ê re bê hiqûqî bêtir zêde bû. 
Îktidara vî welatî bi sedan caran bi sermayedaran re hatin cem hev. Lê carekê bi kedkaran re nehatin cem hev." 
 
‘AKP ABORIYA RANTÊ  PÊŞ DIXE' 
 
Mizrakli, da zanîn ku AKP di 16 salan de aboriya rant û betonê pêş xist û wiha lê zêde kir: “Me berê hişyar kir ku ev pereyên tên deynkirin û xerçkirin dê rojekê bibe krîz û derkeve pêşberî me. Me dît ku rejîma talankirin û wêrankirinê li hemberî me ye. Li Tirkiye xizanî mezin bû. Li Tirkiye yên xwedî dolar bêtir mezin bûn. Li Tirkiye zêdeyî 100 milyardarên dolaran ava kir. Niha AKP rejîma berdevkiya dolaran dike. Me berê hişyar kir ku dê krîz bê." 
 
'POLÎTİKAYÊN ŞER KRÎZÊ KÛR DIKE'
 
Mizrakli, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya salên 2013 û 2015'an û wiha got: "Bi taybetî piştî 2015 salan ku şer pêş ket em lêçûna şer bêtir dibînin. Em dibînin ku şer Tirkiye çiqas dixe nava krîzê. Em dibînin ku şer çiqas Tirkiye dixe nava deynan. Butçeya ku ji şer re hatiye qetandin, qasî hemû lêçûnên din in. Ji bo dawî li krîza aboriyê bê divê berî her tiştî dawî li şer bînin. Divê aramî, bawerî û îstîkrarê pêş bixin. Li vî welatî îstîkrar jî bi pêşxistina hiqûq, demokrasî û aştiyê pêş dikeve. 
 
DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIBE 
 
Dr. Selçûk Mizrakli, destnîşan kir ku ji bo krîz bi dawî bibe divê berî her tiştî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 
Ger ku li vî welatî hewa aştî û çareseriyê hebe, dê aramîya civakî jî pêş bikeve. Birêz Ocalan ku li welat û Rojhilata Navîn rola wî ya li ser aştiyê zêde ye, zêdeyî 3 salin di bin tecrîda giran de ye. Di rejîma hiqûq û mirovahiyê de cihê vê tecrîdê tune ye. Divê polîtîkayên şer bi dawî bibin. Ger ku aştî û çareserî tê xwestin divê dawî li polîtîkayên şer bînin." 
 
MA/ Mehmet Şah Oruç