Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da

img

ENQERE – Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a derbarê HDP’ê da û diyar kir ku Erdopgan bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî HDP’ê dixwaze rojevê biguherîne. 

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di 5’emîn Kongreya Asayî ya Baskên Jinan a AKP’ê  de têkildarî HDP’ê axivî û bi awayekî sosret got ku dê hesab ji kesên ji bo ketina parlamentoyê piştgirî dane HDP’ê hesab bê pirsîn. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî vê daxuyaniya Erdogan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku nêzîkatiya Erdogan a li hemberî partiya wan ne di aliyê siyasî û ne jî di aliyê hiqûqî de nayê qebûlkirin. 
 
HDP BI MILYONAN DENG GIRTIYE
 
Bîlgen bi bîr xist ku HDP’ê nêzî 6 milyonan deng girtiye û wiha got: “Heke îşaret bi pêvajoyên hiqûqî û berbelavkirina tirsa siyasî bike jî ev nêzîkatiya Erdogan a li hemberî partiya me ne di aliyê siyasî û ne jî di aliyê hiqûqî de nayê qebûlkirin. HDP ketiye hilbijartinê û nêzî 6 milyon deng girtiye. Elbet dê HDP jî li gorî hêviyên hilbijêrên ku dengê xwe danê tevbigere û xebatên xwe bimeşîne.” 
 
‘PÊNGAVEKE BERIYA HILBIJARTINÊN HERÊMÎ YE’
 
Bîlgen da zanîn ku ji bo hilbijartinên herêmî ku tê angaştkirin bi awayekî pêşwaxt di meha mijdarê de bên kirin, Erdogan daxuyaniyeke bi rengî daye û wiha pê de çû: “Hem ji bo derdorên ku dê bi HDP’ê re tevbigerin û hem jî bo kesên ku dê dengê xwe bidin HDP’ê bi tirsîne, nêzîjatiyeke bi rengî nîşanî HDP’ê dide. Dê HDP bêyî ku bibe aliyê gengeşî û dubendiyê anîna ziman a rastiyên ku zane bidomîne. Li gel hemû astengiyan HDP’ê bendê derbas kiriye û lîstîkê xera kiriye. Hebûna HDP’ê ya parlamentoyê dibe sedemê aciziyeke micid.”
 
‘BI VAN RÊBAZAN PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN’ 
 
Bîlgen herî dawî anî ziman ku ji bo veşartina hin pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê bi ser HDP’ê de tên û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêya herî xedar û bi talûke veşartina pirsgirêkan e, bi taybetî jî veşartina krîza aborî û polîtîkaya derveyî welat e ku ji bo vê yekê HDP dixin nîskoka bertek û hirsa civakê. Ev yek têkiliyên ku dê nikaribin bên telafîkirin di nav xwe de dihewîne. Beriya niha jî ji bo hesabên biçûk serî li van rêbazan hatibû dayîn. Lê ev ne çareserkirina pirsgirêkan hêsan kir û ne jî pirsgirêkan ji holê rakir.”