Şandeya HDP’ê dê biçe serdana Bînalî Yildirim

img
ENQERE - Şandeya HDP’ê ya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî di navê de, dê biçe serdana Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim. 
 
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), a Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî dinavê de, dê îro bi Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim re bên gelhev. Di şandeya hevdîtinê pêk bîne de, dê Serokwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar, Serokwekîlên Komê Ayhan Bîlgen û Fatma Kurtalan cih bigirin.   
 Hat diyar kirin ku HDP’ê dê serdana binezaket pêk bîne. HDP dê di serdanê de balê bikişîne ser girtina Parlamentera HDP’ê ya Colemergê Leyal Guven û mijarên mîna wê yên di rojevê de.