ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê axivî û wiha got: “Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd.”
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê daxuyanî da û rojevên heyî nirxand. Koçyîgît, ji ewil bal kişand ser Rojvelat Kizmaz ku ji 9’ê sibatê ve li Êlihê winda bû û îro cenazeyê wê hate dîtin. Koçyîgît, wiha got: “Rojvelat Kizmaz, hevala nêz a xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê bû ku ji 5’ê çileya 2020’an ve winda ye.”
MEŞA MEZIN A AZADIYÊ
Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ev meş, meşa bicihanîna edalet û aştiyê ye. Azadiya birêz Ocalan di heman demê de gava ewil a demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane ye. Di heman demê de meşa ji bo naskirina mafên çandî û siyasî yên gelê kurd û mîsogerkirina mafên wan ên hemwelatitiyê yên di destûra bingehîn de ye. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin, zemîna azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bê afirandin û maseya muzakereyan bê avakirin. Di van muzakereyan de muzakerevanê aliyê kurdan jî birêz Ocalan e.
PIRSGIRÊKA BÊKARIYÊ
Di danê sibehê de rêjeyên bêkariyê hatin parvekirin. Li welêt rêjeyeke mezin a bêkariyê heye. Bi taybet jî jin û ciwan bêkar in. Her ku enflasyon zêde dibe jî barê jiyanê girantir dibe. Weke mînak lêçûnên malbateke li Stenbolê dijî êdî bi qasî 3 kêmtirîn mûçeyan e. Anku 53 hezar lîre ye. Anku lêçûnên jiyanê di nava salekê de ji sedî 80 zêde bûne. Ev yek zilm, hejarî û birçîtî ye.
TU KES NIKARE EYARÊ BIDE ME
Em jî dixwazin li dijî van polîtîkayên rant û talanê, hewl didin paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya li ser esasê hevserokatiyê, nûnertiya wekhev li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. Bi taybet jî em alîkariyê ji jinan digirin. Yên ku partiya me fêm nakin hewl didin tevliheviyê derxînin. Dibêjin qey partiya me pişta xwe dide cihekî. Lê em bi vekirî bibêjin, hûn nikarin bi van spekulasyonan eyarê bidin me. Em xwedî tecrûbeyeke dîrokî ne.
EM DIXWAZIN BAJARÊN BIEWLE AVA BIKIN
Em dixwazin ji bo jinan bajarên biewle ava bikin. Di meha çileyê de 28 jin û 5 zarok ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin. Gelo ji bo pêşîlêgirtina van komkujiyan mekanîzmayeke bibandor heye? Nîne. Peymana Stenbolê hebû ku ew jî bi îmzeya Erdogan hate betalkirin. Hinek AKP’î jî niha hewl didin nîqaşan li ser qanûna hejmar 6284’ê vekin. Em dibînin ku ji bo pêşîlêgirtina van komkujiyan tu tevdîr nayên girtin. Em jî ji bo mekanîzmayên ku rê li ber van qirkirinan bê girtin têdikoşin.
PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ MAN Û NEMANÊ YE
Di esasê xwe de yek ji berpirsyartiyên sereke yên Meclisê divê perwerdeya bi zimanê dayikê yê zêdetirî 20 milyona kurdan û gelên din be. Kurdî, li dibistanan weke dersa hilbijarî tê dayîn. Nîqaşa niha jî li ser wê ye. Zimdanê dayikê, mafekî man û nemanê ye. Dûrketina ji zimanê dayikê, gefekî mezin a li ser hebûna mirov e. Lewma jî divê zimanê perwerdeyê û yên hemû xizmetên cemaweriyê bi zimanê dayikê be. Yek ji mijarên herî girîng a ku dê rê li ber aştiya civakî veke jî mafê perwerdeyê yê bi zimanê dayikê û xizmeta cemaweriyê ya bi zimdanê dayikê ye.
NABE KU ZIMANÊ KURDÎ JI BO KURDAN BIBE DERAS HILBIJARÎ
Dersa zimanê kurdî di pêvajoya çareseriyê de weke dersa hilbijarî li mufredatê hate zêdekirin. AKP vê weke lûtfekê pêşkeş dike. Lê naxwazin bibînin ku ev ders encama têkoşîna vî gelî ye. Ya yekemîn ev e. ya duyemîn jî nabe ku zimanê dayikê yê gelê kurd ê li vî welatî dijî nabe zimanê hilbijarî. Tenê heke zimanekî biyanî be dikare bibe zimanê hilbijarî. Ev yek binpêkirina mafê sereke ye. Lewma weke DEM Partiyê em careke din dibêjin ku divê kurd pewerdeyê bi zimanê dayikê bibînin û xizmetên cemaweriyê jî bi kurdî bin.
GELÊ ME HER TIŞTEKÎ BAŞ DIBÎNE
Di vê navberê de hinek kesên tifaq bi AKP’ê re kirin û hatine Meclisê dibêjin; ‘li vî welatî pirsgirêka kurdî tune ye’ û ‘pirsgirêka zimanê dayikê tune ye.’ Em bang li van derdoran dikin; bila kerem bike bê li Meclisê sê peyvên bi kurdî bibêje. Wê demê bila lê binêre bê ka li vî welatî axaftina bi kurdî serbest e yan na. Mirov nizane dê çi bibêje. Em van kesan hewaleyî wijdana raya giştî ya Tirkiyeyê û gelê kurd dikin.”