'Cîhaza PET-BT çima li Êlihê tune?' 2020-04-17 12:07:25   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku li nexweşxaneyên Êlihê ya ku nifûsa wê 600 hezar in, cîhazê PET-BT tune ye û ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca pirsî ku çima ev cîhaz tune ye.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku li nexweşxaneyên Êlihê ya ku nifûsa wê 600 hezar in, cîhazê PET-BT tune ye. Parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca, ji bo Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bibersivîne pirsname da meclîsê. Uca, anî ziman ku ji ber li nexweşxaneyên Êlihê cîhaza PET-BT  tune, gelek pirsgirêk derdikevin holê û xwest Koca bersîva pirsên wê bide.  Uca, da zanîn ku di qada Onkoloji (kanser) û diyarkirina tumoran de, plankirina radyoterapî û dermankirinê de divê cîhaza PET-BT  hebe, lê li bajarekî wekî Êlihê ku nifûsa wê 600 hezar e li nexweşxaneyan ev cîhaz tune ye.