Oluç: Erdogan hesabê numara bankê da û ket dîrokê 2020-03-31 17:48:57     ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî helwesta Serokomar Erdogan da û got: "Serokomür nûmara ÎBAN'ê da û ket rûpelê dîroka cihanê. Îqtîdar sê tedbiran digire. Yek; dibêje 'Sebir bikin û dua bikin' Dudu, ji bankayan re got 'Dîsa têkevin bin deynan' û KDV’ daxist. Niha jî ji welatiyan dixwaze ku pere bidin û dibêje 'Em têra xwe hene'      Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û helwest û gotinên Erdogan rexne kir. Oluç, diyar kir ku vîrûsa corona (Covid -19) li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe û wiha got: "Li gel ku vîrûs dereng hat Tirkiyeyê jî hikûmetê tedbîr negirtin. Dereng tedbir gritin û bû sebebê pirsgirêkên mezin. Dikarîbû seferên balafirên navneteweyî 15 roj berê qedexe kiribûna. Dikarîbû seferên otobusan bi sînor kiribûya. Dikarîbû 15 roj berê tedbir girtibûya. Hikumet bi feraseta 'Yê mirin mirin û yên man ên mene' tev digere. Em carek din îqtidarê hişyar dikin. Ger ku tedbir dereng bê girtin ew nabe tedbir.    SÊ TEDBÎRÊN HIKÛMETÊ    Oluç, feraseta Erdogan a li dijî vîrûsê û welatiyan jî rexne kir û wiha got: "Li aliyeki dibêje Li mal bibîne. Lê li aliyê din jî alikarî nake. Serokomür nûmara ÎBAN'ê da û ket rûpelê dîroka cihanê. Îqtîdar sê tedbiran digire. Yek; dibêje 'Sebir bikin û dua bikin' Dudu, ji bankayan re got 'Dîsa têkevin bin deynan' û KDV’ daxist. Niha jî ji welatiyan dixwaze ku pere bidin û dibêje 'Em têra xwe hene'"    ÎQTÎDARÊ ÎFLAS KIRIYE'    Oluç,  herî dawî anî ziman ku hikûmetê li dijî şewba vîrûsê îflas kiriye û wiha bi dawî kir: "Erka dewletê ewe ku çavkaniyên cemaweriye wek hev li welatiyan belav bike ye û ji nava qeyranê derkeve. Lê îqtîdar her tiştî dike navendî û bi xwe ve girê dide. Dixwaze kes alîkariyê nede kesî. Her kesî bi xwe ve girê bide. Îqtidar dibêje ezê pereyê we kom bikim û belav bikim. "    LI GIRTÎGEHAN PIRSGIRÊK ZÊDE YE'   Oluç, da zanîn ku rêxistinê tenduristiyê be erk mane û wiha got: "Di hişmendiyê re pirsgirêk heye. Butçeya di 2020'an de ji şer re hat qetandin,  230 milyar tl ye. Ger ku hûn li çavkaniyê dinerin vay çavkanî li vir e. Li pereyê veşarî yê Serokomar binerin, Li qesrê zivistanî û havinî binerin. Ger ku fona betaliyê niha nedin karker û kedkaran wê kenî bidin. Hûn dê vê çavkaniyan pêşkêşî banka û şîrketan bikin qey?    Yek ji cihê di bin rîskê de ye girtîgeh in. Li Girtîgehan pirsgirêke cîddî hene. Li kawîşan 30-40-50-100 kes dimînin. Hola talukeyê ye. Mafê girtiyan jî heye ku bi tenduristiyek baş bijîn. Can û ewlehiya wan di kontrola dewletê deye. Divê dewlet vê erka xwe pêk bîne. Divê girtî serbest bêne berdan. Ger ku pirsgirêk çê bibe berpirsiyar îqtîdar e. Mafê jiyanê û tenduristiyê mafekî pîroz e. Divê ev maf bê parastin."