‘Piyê sêyemîn HDP ye' 2020-03-14 09:01:35 WAN - Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, ji bo pêşniyara "rêya sêyemîn" a Ocalan anî ziman ku ji bo gelên Rojhilata Navîn tekane alternatîf e û got: "Piyê sêyemîn, senteza tez û antîtezê ye. Bi nasname, çand û cudabûna xwe piyê jiyana bi hev re ye. Ev pî jî HDP ye."  Piştî 8 mehan Mehmet Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re pêk anîbû. Rêberê PKK'ê Ocalan di hevdîtina xwe de careke din bal kişandibû ser "rêya sêyemîn". Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, bal kişand ser israra Ocalan a di aştî û çareseriyê de û got, heger firsendê bidin Ocalan wê di nêz de li welat aştî çêbibe.    PIYÊ SÊYEMÎN    Kava, bal kişand ser rewşa netew dewletan û got: "Mesela, tez û antîtez heye. Yanî du enî hene. Ev hem bi hêla xwe ya baweriyî, hem bi hêla xwe ya nasnameyî hem jî bi hêla xwe ya çandî. Ji bo hêlek karibe bijî divê hêla din bê tunekirin. Bi taybetî jî ev bîrbirî ya netew dewletan e. Lê belê di proje û modela jiyanê ya Konfederalîzma Demokratîk a Abdûllah Ocalan de, ne tez, ne antîtez, yanî senteza vê, pev naçin, ev cudahî pev re dijîn. Di bin banekî de pev re dijîn. Ji xwe em jî behsa vê yekê dikin. Piyê sêyemîn, cudahiyan ji holê raneke, ne eniyeke ku li dijî wan şer dike. Ji bo karibin bijîn têdikoşe. Loma HDP piyê sêyemîn e. Çimkî ji her du piyan ji bo yek hebe, divê yek jê bê tunekirin. Dev ji piyekî berdin, mase nikare bi du piyan jî bisekine. Loma em dibêjin piyê sêyemîn. Çimkî piyê sêyemîn senteza tez û antîtezê ye. Bi nasname, çand û cudabûna xwe piyê jiyana bi hev re ye. Ev pî jî HDP ye."    HÊLA WÊ YA CIVAKIYΠ   Kava, destnîşan kir ku tenê ne hêla siyasî ya piyê sêyemîn, hêla wê ya civakiyî jî pir girîng e û got: "Abdullah Ocalan, di parêznameyên xwe de pir li ser wê disekine. Modela Konfederalîzma Demokratîk e. Çimkî niha sînor bêwate bûne. Li gelek welatên Ewropayê sînor, êdî kevirekî karoyê ye. Hêleke kevir welatek hêla din welat e. Yanî ev qasî bêwate bûne.    KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK    Li Rojhilata Navîn pêdivî bi Konfederalîzma Demokratîk, yanî bi projeya ku Ocalan pêş xistiye heye. Hûn ne mecbûr in sînoran bi blokên betonî bi qasî 6 metreyan lê bikin. A girîng mirov karibe pev re bijî. Loma em piyê sêyemîn ji hêla siyasî ve nanirxînin. Em bi her awayî esas digirin. Ji xwe Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li dijî feraseta hişk a netew dewletê bi awayekî demokratîk têdikoşe. Beriya bi çend salan Ocalan gotibû, 'Niha em vê dikin, lê em sibê rabin bi navekî din pergala dewletê biparêzin, ev nakokiyeke mezin e.' Yanî a girîng ne xêzkirina sînora ye. A girîng ew e ku mirov pergala dewletê ya neteweyî ya li ser van sînoran û li vê erdnîgariyê sist bike, veguherîne pergaleke demokratîk. Eynî wekî rewşa li Tirkiyeyê; yek dewlet, yek gel, yek ala. Li tu welatî gelek bi tenê najî. Gava pergal wiha be, kesên mayî xwe wekî yên dera han hîs dikin. Tu radibî tenê xîtabî gelekî, çandekê û nasnameyekê dikî. Lê li wir reng û dengên cuda jî hene. A girîng ev e. Ev ji bo Sûriye, Iraq, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn derbasdar e. Heger li erdnîgariyeke nasnameyên cuda û çandên cuda hebin, divê pergala te li gor wê be. Mixabin eynî wekî Komara Ereb a Sûriyeyê... Ma qey tenê ereb li Sûriyeyê dijîn? Na. Kurd jî hene, azerî jî hene, tirkmen jî hene, gelek eksên din jî hene. Lê tenê dibêjin ereb. Tirkiye jî tenê dibêje tirk. Îjar têkoşîna li vira divê têkoşîneke ji tirkbûn û erebûnê wêdetir be.   Tu tenê dikarî bi pergaleke ku xîtabî hemû çandan, baweriyan û cudahiyan dike ji civakên Rojhilata Navîn re bibî bersiv. Ew jî, gava em li dîroka xwe mêze dikin tuneye, tiştekî wiha çê nebûye. Lê em dikarin bêjin ku tekane pergala ku pirsgirêkên 5 hezar salî yên Rojhilata Navîn çareser bike pergala Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan e."    SERKEFTIN   Kava, destnîşan kir ku gava mirov pergalên demokratîk biparêze divê xurt be û bal kişand ser hêzên demokrasiyê yên ku HDP pêşengiya wan dike. Kava got: "Wê HDP di pêvajoya nû de eniya demokrasiyê xurtir bike, wê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî xurt bike û wê di vê çaçroveyê de ji bo şikandina tecrîdê serî li rêyên demokratîk bide."    'TECRÎD ALOZÎ YE'    Her wiha Kava bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî. Kava, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tenê ne li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn hemûyî dibe sedema aloziyê û got: "Em dibînin, kengî hevdîtina bi Birêz Ocalan re tê astengkirin şer, alozî û komkujî zêde dibin. Li Tirkiyeyê eniyeke heye, aştiyê diparêze. Ji xeynî xurtkirina vê eniyê wekî din tu alternatîfek me tuneye."