HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir 2020-03-07 12:05:44 MÊRDÎN / ENQERE – Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umit Dede, bertek nîşanî girtina Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu da û wiha got: “Ev biryara girtinê bi destê daraza girêdayî hatiye dayîn. Ev encama polîtîkayên îqtîdara AKP/MHP'ê ye. Bi vê yekê dixwaze rê li pêş mezinbûna partiya me bigirin."  Di 29'ê Sibatê de li Mêrdînê 11 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu û Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê yê berê Musa Alkan û Prz. Alî Kahraman hatin girtin. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bertek nişanî binçavkirin û girtinê da. Endam û rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî da û girtina hevserokên partiya xwe şermezar kirin. Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelik jî di navde gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kuday, anî ziman ku piştî wan 4’emîn Kongreya xwe ya mezin pêk anî, Serokomar Erdogan partiya wan kir hedef û li ser vê yekê hevalên wan hatin binçavkirin û girtin.    Berpirsiyarê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede  jî têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da. Umit Dede di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Berê di Sibata 2019'an de hevserokê me yê Mêrdînê Alî Sîncar hat girtin. Niha jî Agaoglu û Alkan hatin girtin. Bi vê yekê hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê li pey hev hatin girtin. 3 hevserokên partiya me yên Mêrdînê hatin girtin. Ev feraseta komkujiya siyasî ya li dijî partiya me ye. Îqtîdara AKP/MHP'ê ku nikare di qada siyasî de rê li pêş partiya me bigirin, niha dixwaze bi binçavkirin û girtinan, mezinbuna partiya me asteng bike. Herî dawî partiya me bi coşek mezin 4'emîn kongreya xwe ya mezin pêk anî. Li dijî vê yekê îqtîdara AKP'ê bi rêya daraz, hiqûq û medya êrîşî partiya me kir. Em dixwazin bi lez hevserokên partiya me serbest bên berdan."  m