Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê 2020-03-02 16:16:09 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên ku nûçeyên penaberan li Edîrneyê dişopandin hatin binçavkirin, bir meclîsa Tirkiyeyê. Temel pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne.  Piştî Rejîma Sûriye û Rûsya li dijî eskerên TSK'ê êrîş pêk anîn û 36 eskeran jiyana xwe ji dest dan, Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan got "Emê deriyan vekin" û derî vekirin. Piştî Hikûmetê derî li penaeran vekir, bi otobus û kamyonan penaber ji gelek bajarên Tirkiyeyê şandin sînorê Edîrneyê û xwestin wan derbas bikin. Nûçegîhanên ajansa me (MA) Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan ên nûçe dişopandin hatin binçavkirin. Sayilgan îro sewqî dadgehê kirin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Nacî Kaya hêj di bin çavan de tê girtin. Nûçegîhanên Sputnîk û Rûdavê yên hatibûn binçavkirin jî serbest hatin berdan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayip Temel, ji bo balê bikişîne ser rewşa penaberên li ser sînorê Edîrneyê û rojnamgerên ku nûçe li ser sinor dişopandin hatin binçavkirin pirsname da meclîsê.  Temel, xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay pirsên wî bibersivîne.    Temel bal kişand ser girtina Nûçegîhanê MA'yê Îdris Sayilgan û binçvkirina Naci Kaya.    Temel, ji bo Oktay bibersivîne ev pirs pirsîn:    "* Piştî Omer Çelik got 'Êdî em nikarin penaberan bigirin', têkildarî penaberan tu tedbîrên bibe sedema krîzên mirovahiyê hatin girtin ya na?    * Penaberên ku li ser sînor hatin komkirin bi kijan rêbazê ew birin ser sînor? Hêjmara penaberên ku ji sînorê Tirkiye derketin û li ser sînorê Ewropa kom bûne çiqas in?    * Ji bo penaberên li ser sînor hatin rawestandin, tu alîkarî û piştevaniya xwarin, zexîre û pêdiviyên jiyanê tên kirin ya na. Ger ku xebatek nehatibe kirin jî sedema vê yekê çiye? Penaberên ku pêdiviya wan a alîkariya tendurisityê heye tu alîkarî hatiye kirin ya na? Tu pilana we ya bi vî rengî heye ya na?    * Ji 2'ê Adarê û şûnde çend penaber ji bo biçin Ewropa ji Tirkiyeyê derketin?    * Der barê qaçaxvanên penaberan ên bi qasî karibin derkevin pêşberî çapemeniyê roportaj bidin ji xwe bawerin, tu lêpirsîn hatiye kirin?    * Tu planên hikûmeta we ya ji bo dawî li krîza penaberan bîne heye ya na?    * Duh li Mereşê li dijî malbatên Sûriyeyê êrîş pek hatin. Ji bo vê yekê tu tedbîr hatine girtin ya na?    * Xebatkarên Çapemeniyê li Pazarkule ya  Edîrneyê bi hinceta "Li herêma qedexe dîmen kişandine" hatin binçavkirin, Lê li herêma qedexe bi hezaran penaber li wir in. Hûn dê vê yekê çawa aşkere bikin?  * Sedema xebatkarên çapemeniyê yên karê xwe dikirin û li Pazarkule hatin binçavkirin çiye. Rastiya wê çiye?    * Çima pêvajoya binçavkrina Xebatkarê Ajnasa Mezopotamya Îdris Sayilgan û Naci Kaya hat dirêjkirin. Xebatkarê Çapeeniya Azad dê kengi serbest bên berdan?    * Çima hûn naxwazin raya giştî der barê nûçeyên têkildarî rewşa penaberan de bibe xwedî agahî?    * Bi binçavkirin û girtina rojnamegeran hûn peymanên Navneteweyî û xalên Qanûna Bingehîn îhlal nakin ?    * Li dijî mala 3 xebatkarên Ajansa Sputnik'ê êrîş pêk hat. Kesên êrîş kirin hatin tespîtkirin ya na? Der barê êrîşkaran de tu lêpirsîn hatiye vekirin ya na?