Şenoglû: Em bi tifaqa demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin 2019-12-21 14:53:48 MÊRSÎN – Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû diyar kir ku li dijî hemû krîzên îqtîdarê afirandiye pêşniyarên wan ên çareseriyê hene û got: “Tişta em li her deverê esas digirin tifaqa demokratîk e. Em dikarin bi tifaqa demokrasiyê hemû pirsgirêkan çareser bikin.”  Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê bi dirûşma “Kapîtîlazm û baviksalariyê bikuje, ji bo jiyankirinê li ber xwe bide, xwe birêxistin bike û ava bike” 10’emîn Kongreya Desteya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li Qesra Kongre û Pêşengeh a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê pêk hat. Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn û bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘EM DIKARIN PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’    Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû di kongreyê de axivî û diyar kir ku civakan di her serdema dîroka mirovahiyê de li dijî zordestiyê li ber xwe daye û li dijî kedxwariyê têkoşiyaye û got: “Niha jî li gelek deverên dinyayê li dijî zilm, kedxwariyê û pergala kapîtalîzmê însan li ber xwe didin û li rêya rizgariya li vê yekê digerin.” Şenoglu diyar kir ku li dijî hemû krîzên îqtîdarê afirandiye pêşniyarên wan ên çareseriyê hene û got: “Tişta em li her deverê esas digirin tifaqa demokratîk e. Em dikarin bi tifaqa demokrasiyê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo demokrasiyê divê em her aliyan bînin cem hev û pirsgirêkan çareser bikin. Tifaqa demokrasiyê tenê ne tifaqa partiyên siyasî ye. Tifaqa demokrasiyê tifaqa gel e. Rastiya bingehîn a serdema pêşiya me ev e. Divê HDK xwe li ser vê bingehê bi rêxistin bike.”    ‘ÎQTÎDAR LI BER ÇÛYÎNÊ YE’    Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan jî axivî û got temenê îqtîdara AKP’ê qediyaye, nikare şer bike û îqtîdar li ber çûyînê ye. Turan got divê ew di vê serdemê û serdema pêşiya wan de xwe baş birêxistin bikin.    Pişt re nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî jî mafê axaftinê wergirtin û nêrîn û pêşniyarên xwe vegotin. Piştî axaftinan Meclîsa HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart.