Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste 2017-11-30 11:26:10 ENQERE – Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz diyar kir ku pirsgirêka kurd li qada navnetewî û li herêmê qîmetek qezenc kiriye û destnîşan kir ku pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye.  Seroka Beşa Têkiliyên Navnatewî ya Zanîngeha Amerîka ya li Herêma Federe ya Kurdistanê Dr. Arzu Yilmaz têkildarî hevdîtina li Soçî û geşedanên li herêma kurdan li pêş dikevin û yekîtiya neteweyî ya kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Yilmaz, bal kişand ser civîna Socî ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û got: “Rûsya xwest li Soçiyê li dika Rojhilata Navîn lîstikekî ava bike û Soçiyê wek aktorek navnetewî derxist holê. Rûsya bi lîstik avakirinek derket.”    ‘TIRKYE WEK HÊZEK HERÊMÎ BEŞDARÎ SOÇIYÊ NEBÛ’    Yilmaz destnîşan kir ku Tirkiye ji bo siberoja Sûriye nikare rolek û qabîliyetekê tayîn bike û Tirkiye ji hêzek herêmî wêdetir ji bo parastina berjwendiyên biçûk dixwaze hevgirtinekê pêk bîne. Yilmaz têkildarî cudahiya pozisyona Tirkiyeyê ya ji Îran û Rûsyayê jî wina nirxand: “Îran ne cîranê Sûriyeyê lê dîsa jî li maseyê ye. Rûsya jî ne cîranê Sûriyêyê lê dîsa ew jî li masê ye. Ev her du welat jî xwedî qabîliyeta aktorên ku siberoja Sûriyê bi teşe bikin. Lê qabîliyetek Tirkiye wisa tune ye. Hebûna wan li wê maseyê tenê dixwazin sînorên xwe biparêzin. Ev xuya dike.”    ‘GELO POLÎTÎKAYA RÛSYA JI BO KURDAN ÇARESERÎ YE?’   Yilmaz da zanîn ku Rûsya ji bo Sûriyê modelek pêşniyar bike tune ye û wiha dewam kir: “Gelo polîtîkaya Rûsya ji bo kurdan çareserî ye. Heke ku pergala wir veguhere rêxistinbûnek federal belkî pêk were.” Yilmaz got ku ew di wê fikrê de ye ku li herêmê du hêzên kurewî DYA û Rûsya pozîsyon sitendine û li ser parastina sînoran a polîtîk heman fikrî diparêzin.    ‘DIXWAZIN KURDAN BI HEV BIDIN KUŞTIN’    Yilmaz bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya dixwaze kurdan bîne hember hev û got: “Kurdan li hember kurdan birêxistinkirin geşedanek nû nîne. Kurtasiya dîroka siyaseta Kurdistanê  wisa ye. Tirkiye di vê polîtîkaya xwe de jî bi tenê nîne. Tiştên di referandûma Başûrê Kurdistanê de qewimîn mînaka vê yekê ye. Tenê ne Îranê civaka navnatewî jî ji bo pêvajoya referandûmê heman polîtîkayê şopand. Civaka û raya giştî ya anvnetewî xwestin di referandûma li Başûrê Kurdistanê de kurdan bînin hemberî hev û polîtîkayek wisa birêve birin.”    ‘YEKÎTIYA NETEWEYA KURD PÊWÎSTE’    Yilmaz diyar kir ku pirsgirêka kurd li qada navnetewî û li herêmê hêjahî qezenc kiriye wiha axivî: “Yekîtiya neteweyî ya kurdan pêwîste pêk were. Ji bo yekîtiya kurdan divê hemû partî û saziyên kurdan bibin yek. Heke ku daxwaza kurdan a yekîtiyê pêk neyê dê her ku biçe zemîna wan bişemite. Tenê kurd dikarin bi yekîtiya xwe ya neteweyî li dijî polîtîkaya kurdan bi hev bidin kuştin derbikeve. Kurd dikarin hevgirtinê neteweya xwe temîn bikin. Êdî ne mimkun e pirsgirêka kurd tenê di nav sînorên netewî de bimîne.”    MA / Selman Guzelyuz