CHP: Plana AKP’ê ya desteserkirina Stenbolê bi xwedîderketina Amedê wê pûç bibe 2019-08-27 10:37:06 STENBOL - Parlamenterên CHP'ê yên Stenbolê Bariş Yarkadaş û Ozgur Karabat, diyar kirin ku ger AKP firsendê bibîne wê dest dîne ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û gotin: "Plana îktîdarê ya desteserkirina şaredariyên Enqere û Stenbolê tenê bi xwedîderketina şaredaiyên Mêrdîn, Amed û Wanê wê bê pûçkirin."     Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 19'ê Tebaxê de Hevşaredarên Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê girtibûn. Piştî wezîr hevşaredar ji peywirê girtin li şûna wan Waliyên Amed, Wan û Mêrdînê wekî qeyûm tayîn kiribûn. Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayip Erdogan, li Trabzonê beşdarî bernameyekê bû û gef li şaredarê Stenbolê xwar û got: “Em ê destûr nedin ku bajarê ezîz pêşkêşî destekvanên terorê bikin." Vê gotina Erdogan a der barê Stenbolê de fikara "Gelo wê qeyûm tayînî Stenbolê jî bike' anî hiş û aqilan. Têkildarî gefên Erdogan û planên AKP'ê Parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Karabat û parlamenterê CHP'ê yê berê Barış Yarkadaş, helwesta Erdogan nirxandin    ‘TOLA SIYASÎ HILTÎNIN'   Parlamenterê CHP'ê yê berê Bariş Yarkadaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Ev ne rewa ye. Bêyî doz li hevşaredarên bajarên mezin ên HDP’ê bên vekirin û wan ji peywirê bigirin hayê qebûlkirin. Tayînkirina qeyûm a şaredariyên HDP'ê tola siyasî ye. Diwazin hilbijêrên HDP'ê çong û serî bitewînin. Rêveberiya HDP'ê û hilbijêrên HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'e hezîranê de bi awayeki stratejîk bloka AKP-MHP'ê paşve xistin. AKP'ê bi tayînkirina qeyûm tol ji hilbijêrên HDP'ê stend. AKP û MHP'ê bi tayînkirina qeyûm got "Hûn di hilbijartina rêveberiya herêmî de îktîdara me bihejînin, emê jî wisa bikin."    Yarkadaş, da zanin ku îktîdarê berê jî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên bajarên mezin kiribûn û wiha got: "AKP'ê berê jî qeyûm tayînî Amed, Wan û Mêrdînê kir. Di nava 2 sahan de qeyûm çi anî serê van bajaran me dît. Îsrafek mezin li hevkarên xwe belav kirin. Rêvberê dewletê bi awayekî neheq diyarî dan. Ji çavkaniya xezîneyê ev diyarî dan hevkarên xwe. AKP û MHP’ê bi tayinkirina qeyûman xwest CHP û HDP’ê bîne beranberî hev. Ger ku HDP û CHP'ê bên hemberî hev wê karê wan hêsan bike. Lê rêveberiya HDP û CHP'ê û hilbijêrên wan nehatin vê lîstikê. Bersîvek hişk dan qeyûman."    Yarkadaş, bal kişand ser gotina Erdogan a der barê Stenbolê de jî û wiha axivî: "AKP ji bo qeyûm tayînî Şaredariyên Enqere û Stenbolê bike amadekariyan dike. Em van plan û amadekariyên wan dikin. AKP û MHP ji bo butçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çilekiyan dike. Çav berdaye butçeya Stenbolê. Butçeya Stenbolê ya 85 milyar tl berê tev pêşkêşî hevkarên xwe kirin. Niha jî dixwaze Butçeya Stenbolê bê kontrol bihêlin û pêşkêşî hevkarên xwe bikin. Niha ketiye nava vê hewldanê ku dîsa vê butçeyê bi dest bixe."    'FIRSEND BIBÎNE WÊ DEST DÎNE SER STENBOLÊ'    Yarkadaş, da zanin ku ger îktîdaraAKP’ê firsendê bibîne wê dest dîne ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û wiha bi dawî kir: "Plana îktîdarê ya desteserkirina Stenbol, Enqere û bajarên mezin tenê dikare bi xwedîderketina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê pêkan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên qeyûm dengê xwe bilind bike. Ger AKP û MHP firsendê bibîne wê desteser bike. Divê her kes li dijî tayînkirina qeyûman bertekên xwe bînin ziman. Ev ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. Ev pirsgirêka hemû kesên li demokrasiyê xwedî derdikevin e. Divê hemû demokrat li dijî qeyûm bertekên xwe bilind bikin. AKP dixwaze çonga muxaletefe dine. Lê em tu carî siyaseta qeyûm qebûl nakin û çong danînin.    'DIXWAZIN HDP'Ê TENÊ BIHÊLIN'    Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Karabat jî anî ziman ku îktîdar bi gotina ‘Hûn bi terorê re kar dikin" gefan li CHP'ê dixwe û wiha axivî: "Dixwazin HDP’ê bi tenê bihêlin. Naxwazin hilbijêrên HDP û CHP'ê li ser bingeha demokratîk bên cem hev. Di vê tayînkirina qeyum de em pir aşkere dibînin. Bi tayînkirina qeyûm xwestin HDP’ê bi tenê bihêlin. Dixwazin muxalefeta demokratik  perçe bikin.  Piştî tayînkirina qeyûm a Amed, Wan û Mêrdînê em dizanin ku plana wan a Enqere û Stenbolê ji heye. Karaktera vê îktidarê li holê ye. Me biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartinê dît. Her tişt ji îktîdarê tê payîn. Ji ber îktidara AKP'ê di polîtîkayên derve de ketiye tengavê, niha zextan li hundir zêde dike. Tayînkirina qeyûm nişan dide ku AKP di polîtikayên derve de têk çûye."    MA / Nacî Kaya