Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye 2017-11-25 10:26:54 ENQERE - Ji sazumankarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku welatek di bin tecrîdê de ye û wiha got: "Gelek pirsgirêkên der barê kurdan de heye em nakin rojev. Sûr ji binî ve tê guhertin em nakin rojev. Serokê partiya Sêyemîn ya Meclîsê nikare derkeve dageheê."   Yek ji sazumankara AKP'ê ya berê Fatma Bostan Unsal, polîtîkayên îtîfaqa AKP-MHP, doza Riza Sarraf û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Fatma Bostan Uysal, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Wekî hûn dibînin hemû welat di bin tecrîdê de ye. Gelek pirsgirêkên der barê kurdan de heye nayê çareserkirin û nabe rojev. Bajarê Sûrê ji kok ve tê guhertin nabe rojev. Hevserokê Partiya sêyemîn a li Meclîsê nikare derkeve dadgehê. Saziyên Tirkiye di milê siyasî û aborî de ji Yekîtiya Ewropa dûr dikeve. Çiqas mirovan întihar kir. Kî çi dixwe çawa dijîn. Dibêjin "Bila koka ziqûmê bixwîn'. Ev ne tene tecrîda li dijî gelê kurd e. Tecrida li diji hemû Tirkiye ye. Ger ku em pirsgirêka xwe wekî yên din û yên din jî wekî pirsgirêka xwe bibînin em dikarin ji vir derkevin. Ger ku li ser esasê azadî û wekheviyê edalet pêk bê em dikarin ji vir derkevin. Em dikarin ji nava tecrîda navneteweyî derkevin."    Bostan, bal kişand ser îtîfaqa MHP AKP'ê ya ji bo hilbijartina 2019'an û wiha got: "Encama hilbijartina 7'ê Hezîranê her tişt guhert. AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi tena serê xwe nebû hikûmet. Vê yekê AKP xist nava lêgerîna bibe hikûmet. Ji ber vê yekê li pişt hilbijartina 2019'an encama hilbijartina 7'ê Heziranê heye. Îtîfaqa bi MHP'ê re ji mecbûrî pêk hat." Bostan, bal kişand ser daxwaza MHP’ê ya daxistina benda hilbijartinê û wiha got: “Fikara MHP’ê ya di bin bendê de bimîne heye. Dibe ku MHP bê girtin. Rewşa Bahçelî û yên li der û dorê wî hatiye asta ku biqede."     ‘AMBARGO MAFYA PÊŞ DIXIN'   Bostan bal kişand ser doza Riza Sarraf û gotina rayedarên hikûmetê ya "Em neçar bûn bi Iranê re bazirganiyê bikin" û wiha got: “Ger ku Tirkiye ji ambargoyê bêzar bû dikarîbû bi riya bazirganiyê û zelalî karê xwe bikiraya. Dema em li koka vê mijarê binerin, Ambargoya li dijî Iranê hebû. Ambargo di eslê xwe de mafya û rantê pêş dixe. Em dibînin ku di pêşengiya Sarraf  de hemû kesên tev li vî karî bûn riziyan. Tirkiye dikarîbû tekildarî vê rizînê di nava xwe de darizandin pêş xistibûya. Ger ku Tirkiye li şûna ruşwetê bi bazirganî û zelaliyê kiribkûya dibû ku hem gelê Îranê û hem gelê Tirkiye ji ambargoyê mexdûr nebûya. Niha gelek zor û zahmetî li pêş aboriya Tirkiye ne.    KURDÊN LI SÛRIYE BIBIN HÊZ JI BO TIRKIYE AVANTAJ E    Bostan, bal kişand ser rewşa kurdên Sûriye û wiha got: "Sûriye ji peymanê re amade xuya ye. Der barê rewş û statuya PYD’ê de hem Esad hem Rusya û hem jî aktorên din danakevin asta Tirkiye. Ev weki pirsgrêk tê ditin. Lê di rastiyê de kurdên li Sûriye bibin xwedî hêz ji bo Tirkiye avantaj e. Ji xwe li Tirkiye jî gelek welatiyên Sûriye yên kurd hene.    MA / Deniz Nazlım