Tumuklu: Rojava deriyê şoreşa sedsala 21’ar vekir 2019-07-25 10:28:05 AMED - Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, diyar kir ku Şoreşa Rojava rewşa azadiya gelê Kurd nîşan dide û wiha got: "Lê yê vê yekê naxwazin hewl didin vê şoreşê bifetisînin. Divê her kes şoreşa xwe pêş bixe û Rojava xwe ava bikin."    TSK'ê di 27'ê Gulanê de li dijî axa Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona “Pençe-1” li dar xist. Piştî mehekê duyemîn operasyon li dar xist. Operasyona "Pençe" du meh li pey xwe hişt. Piştî operasyonê di 28'ê Hezîranê de li dijî gundê Kortekê êrîşa hewayî pêk anîn. Di êrîşê de 2 maşîneyên sivîl kirin hedef û ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Lê  PDK'ê têkildarî kuştina sivîlan tu gav neavêt. Piştre TSK'ê “Pençe-2” li dar xist. Hat diyar kirin ku TSK dixwaze "herêma ewle" li hir ava bike. Sewqîyata eskerî ya herêmê didome.    Li aliyê din gelên li herêmên di bin gefên Tirkiye de dijîn, her çend gefan bixwe jî di 7'emîn sala Şareşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir pîroz dikin. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu, li ser Şoreşa Rojava û operasyonên TSK'ê yên dersînor ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'ROREŞA ROJAVA  ENIYA SÊYEMÎN E'    Tumuklu, diyar kir ku Şoreşa Rojava di sedsala 21'emîn de ji bo erdnîgariya Rojava û mirovahiyê ronahî û çira ye û wiha got: "Ev şoreş ji bo hemû kedkar, karker, bindest û gelan eniyek nû ye. Deriyekî nû ye. Eniyên emperyalist li dijî herêma ku naxwaze têkeve bin dagirkeriyê û dixwaze jiyanek azad hilbijêre zextan dike. Şoreşa Rojava eniya sêyemîn û hebûna Heqîqetê ye."    Tumuklu, anî ziman ku hêzên serdest her dem dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin û wiha lê zêde kir: "Di serî de dibe hedefa Tirkiye. Hêzên emperyalist dixwazin şoreşa rojeva têxwin bin kontrola xwe û dagirkeriya xwe. Ji bo vê yekê jî gefên cur be cûr dixwin. Li aliyekî çekên parastinê difiroşin Tirkiye, Îran û Sûriye. "    Xeta Şoreşa Rojava ya gelparêz, demokratîk, wekhevî û azadiya mafê gelan esas digire.  "Modela wekhevî û hevpariya gelan esas digire. Ji ber vê yekê ji bo kesên têkoşîna sosyalist dide pir girîng e. Di sedsala 21’an de Şoreşa Rojava deriyekî nû yê jiyanê ye. Yên dibêjin şoreş bi dawî bûn û bîrdozî qediyan bersîva herî mezin e. Wateya jiyana gerdûnî û jiyana nû ye. Ji ber vê yekê divê Şordeşa Rojava ji hemû bindest û kedkarên cîhanê re bêjin û vegotin.  Şoreşa Rojava, deriyê nû yê sedsala 21’an e. Şoreşa Rojava di heman demê de halê azadiya gelê Kurd e. Ne tenê ji bo paradigmaya xwe, ji bo qada enternasyonal tegerek nû ye."    Tumukmu, anî ziman ku li dijî pergala eşîrvanî, malbatî û netewbûnê eniyek navneteweyî ye.