Jeffrey li Tirkiye McKenzie jî li Rojava ye 2019-07-22 12:40:36 ENQERE - Di kêliya ku Nûnerê Taybet ê Sûriye yê DYA'yê Jeffrey Tirkiye ziyaret kir de Fermandarê Hêzên Navendî yê DYA Orgeneral Kenneth McKenzie jî li Rojava bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî re hat cem hev.  Nûnerê Taybet ê Sûriye yê DYA'yê Jeffrey hat Tirkiye û rayedarên Tirkiye ziyaret kir. Li aliyê din di heman kêliyê de Fermandarê Hêzên Navendî yê DYA Orgeneral Kenneth McKenzie jî li Rojava bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî re hat cem hev.    Jeffrey, li ser daweta hikûmeta AKP'ê hat Tirkiye û li Enqere ziyaret kirin. Jeffrey, wê îro û sibê bi rayedarên hikûmetê re hevdîtinan bidomîne. Jeffrey tê payîn ku li ser ewlehiya Tirkiye îhtilafa Sûriye niqaş bikin.  Dîsa wê rewşa DEAŞ'ê jî bigirin dest.      MACKENZİE JÎ LI ROJAVA YE   Di saeta ku Jeffrey hat Tirkiye, Fermandarê CENTCOM'ê û Fermandarê Navendî yê Hêzên Îtîfaqa Neteweyî Orgeneral Kenneth McKenzie jî li Rojava bi Fermandarê Giştî yê  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî re hevdîtin kir.      EBDÎ: ÊRÎŞA LI DIJÎ NOKTEYEKÊ ÊRÎŞA LI HEMBERÎ HEMÛ NOKTEYAN E    Mazlum Ebdî, pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: "Fer ku Tirkiye êrîşî Rojhilat an jî Bakurê Rojhilatê Sûriye bike wê şerekî mezin rû bide û wiha got: Rojhilatê Firatê û Efrîn naşibe hev. Du herêmên cuda ne. Tişta li Efrînê rû da, ne pekan e li vir dubere bibe. Em destûr nadin ku rewşa Efrînê dubare bibe. Me di şerê li Efrînê de biryarên strajîk stendin. Me xwest şer belav nebe. Me xwest şerê li Efrînê bi Efrînê bi sînor bikin. Lê ji bo me Rojhilatê Firatê wisa nabe. Ger ku artêşa Tirk êrîşî kijan nokteyê bike îlankirina şer a li hemberî hemû nokteyan e. Êrîşa li dijî Girê Spî êrîşa li hemberî Dêrikê ye. Wê ji Dêrikê heta Minbicê eniyên şer bên avakirin. Ev biryara me ye. Me ev biryara xwe ji hemû kesan re gotiye û Tirkiye jî vê yekê zanin. DYA û Firansa jî vê yekê zanin. Êrîşa li dijî me pêk bê wê li ser 600 kilometre elav bibe. Wê li Sûriye duyemîn pêvajoya şer dest pê bike."